HSDê danpêdan kir ew zarokan bi zorî çekdar dikin

zarok-pyd

Ofîsa Parastina Zarokan ser bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), li Herêma Firatê ku navenda wê Kobaniye ya ragihand, wan ji destpêka Mijdarê û heta niha 18 gilî derbarê birina zarokan bo çekdariyê tomar kirine.

Hevserokê Ofîsa Parastina Zarokan li Herêma Firatê Fethî Mehmûd roja 6-12-2021ê ragihand, ku wan ji destpêka Mijdarê û heta niha 18 gilî derbarê birina zarokan ji herdû regezan (Nêr û Mê) bo çekdariyê tomar kirine.

Herwiha Fethî Mehmûd eşkere kir ku wan heta niha tenê 3 zarok ji wan 18 zarokan li malbatên wan vegerandine.

Fethî Mehmûd her da zanîn, ku di 2020ê de wan 36 gilî derbarê birina zarokan bo çekdariyê tomarkiribûn, lê di 2021ê de wan 106 gilî tomar kirine, ji wan jî 62 zarok bo malbatên wan hatine vegerandin.

Pustên heman beş