Helîkopterekî Hindîstanê ket û Serfermandarê Artêşa Hindîstanê û 11 kesên din mirin

Hêza Esmanî ya Hindistanê (IAF) îro Çarşemê dîyar kir ku Serfermandarê Hêzên Çêkdar yê Hindistanê General Bipin Rawat, hevjîna wî û 11 kesên din li başûrê Hindistanê piştî ketina helîkoptera leşkerî ya ku ew tê de bûn, mirine.
Hêza Esmanî ya Hindistanê ragihand ku helîkopter li nêzî Coonoor ya eyaleta Tamil Nadu dema ku ji Sulur diçû bajarê Wellington, ketiye xwarê.
Hevdem, Hêza Esmanî ya Hindistanê da zanîn ku berpirsê tîma helîkopterê Varun Singh sax filitîye û ew li nexweşxaneya leşkerî ya li Wellington tê derman kirin.
Sedema ketina helîkopterê û hirgûlîyên rewşa rêwîyên din hîn naye zanin. Lê, IAF’ê dest nîşan kir ku jibo ku sedema qezayê were tespîtkirin, lêpirsîn hatiye destpê kirin.”
Bipin Rawat yê 63 salî, di dawîya 2019’an de ji hêla hikûmeta serokwezîr Narendra Modi ve wek Serfermandarê Berevanîyê yê Hindistanê hatibû erkdar kirin.