Li parlamentoya Tirkiyê şer û alozî çêbû

Li parlamentoya Tirkiyê şer û alozî çêbû

Li parlementoya Tirkiyê di navbera Wezîrê Navxwe û parlemeteran de alozî derket.

Li Parlementoya Tirkiyê gotûbêjên li ser budceya 2022 a Tirkiyê berdewam in û jibilî rewşa aborî nîqaşên tund li ser rewşa siyasî jî rû didin.

Şeva derbasbûyî jî ew gotûbêj berdewam bûn û dema ku parlamenterê Partiya Komarî ya Gel (Ozgur Ozel) got, ew bi bûyereke klînîkî ya şîzofrenî re mijûl dibin.

Li ser van gotinan Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu êrişî wî parlamenterî kir û di navbera parlementerên AKP û CHP de şer derket û êrişî hev kirin.

Ji roja destpêkirina gotûbêjên li ser budceyê li parlamentoya Tirkiyê ve, berdewam di  navbera aliyên hikûmet û opozisyonê de alozî derdikevin.

Ev di demekê de ye ku Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê duh li parlamentoyê gef li Wekîla Fraksiyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş xwaribû û herwiha alozî di navbera parlamenterên AKP û MHPê de derket.

Meral Daniş Beştaş, di axaftina xwe ya li ser budceya 2022an rexne li AKPê û “sîstema qeyûm û gendeliya wan” girtin.

Piştî axaftina Beştaş, Soylu tiliya xwe ber bi wê ve dirêj kir û got, “Hûn dê êvarî bibinîn, hûn dê serê xwe bitewînin û derkevin.”

Parlamenterê HDPê Nusrettin Maçin jî ji ber gotina xwe ya “ji Kurdistanê re azadî” bi dûrxistina ji sê civînên giştî yên parlamentoya Tirkiyê hat cezakirin.

Pustên heman beş