PKKê 8 Gerîlayên din feda kirin

ciwanên Kurd-pkk-apo-ocalan-baiyk-hpg-kck-gerila-shahid

Rêxistina PKKê îro nasnameya 8 ciwanên Kurd eşkere kir ku li Bakurê Kurdistanê di êrîşên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane.

HPGê baskê leşkirî yê rêxistina PKKê, îro roja pêncşemî 9/12/2021ê nasnameya 8 çekdarên xwe aşkere kir ku li gorî wê li 5/12/2021ê di êrîşa artêşa Tirkiyê da li sînorê Dêrsmê ya Bakurê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane.

PKKê weke her tim, ciwanên Kurd bi destê eskerê Tirk dide kuştin û piştire tê û bi rû qaymî dibêje: ew milîtanên Apo bûn, li cem PKKê jiyana ciwan û zarokên Kurdan hêjay wê yekê ye ku fedayê Apo bên kirin.

Hêjay gotinê ye, tenê di du demehên rabûrî de, PKKê pêtirî 100 çekdarên xwe ji dest dane, ev yêk tenê ewn yên ku ajansa ANFê bi daxuyaniyên fermî nasnameya wan ragihandîye û her kes dikare li beşa arşîfê ya vê ajansê van agahîyan bi dest bixe.

Pustên heman beş