Ji ber barîna berfa zêde rêyên 182 gundên Bakurê Kurdistanê hatin girtin

Ji ber barîna berfa zêde rêyên 182 gundên Bakurê Kurdistanê hatin girtin

Li Bakurê Kurdistanê ji ber barîna berfa zêde û xirabûna rewşa hewayê li 4 bajaran rêyên 18 gund û mezreyan hatin girtin.

Hat zanîn li navçeyên Elbak, Payîzawa, Miks û Westanê yên Wanê rêyên 83 gund û mezreyan ji ber berfê hatine girtin. Li Geverê 30 û li Qers û Erzinganê jî rêyên 69 gund û mezreyan hatine girtin.

Şaredariya Bajêrê Mezin ya Wanê ragihandiye ku bi armanca rêyên hatine girtin bên vekirin dest bi kar û xebatên xwe kirine û li ser kolanên bajêr berfê dihelînin û xwê direşînin.

Li bajarokê Geverê yê Colemêrgê jî şevê din berfê dest pê kiriye û heta îro danê sibehê berdewam kiriye  ku li navenda bajarok 5 cm û li cihên bilind jî 10 cm berf bariyaye û ji ber berfê rêya 10 gund û 20 mezreyên Geverê hatine girtin.

Herwiha ji ber berfê li Qers û Erzinganê jî rêyên 69 gund û mezreyan hatine girtin.

Li gorî daxuyaniya rêveberiya Saziya Keşûhewayê ya herêmê, bi giştî rewşa hewayê berf û baran e û wê berdewam bike.

Pustên heman beş