Amerîka wê dorpêçên ser Îranê berfirehtir bike

Amerîka wê dorpêçên ser Îranê berfirehtir bike

Hat ragihandin ku rêvebirîya Serokê Amerîka Joe Biden wê dest bi berfirehkirina dorpêçên dijî Îranê bike.

Li gorî rojnameya Wall Street Journalê (WSJ) ku agahiyên xwe spartine rayedarên pilebilind ên Amerîkî, wê rêveberiya Washingtonê di hefteya pêş de şandeke payebilind bişîne Îmarata Erebî û hişyariyê bidin daku bazirganiya ligel Îranê rawestînin.

WSJê diyer kiriye wê şanda Amerîkî bank û kompanîyên Îmaratê li ser dorpêçên bazirganî hişyar bike û ji wan re bibêjin ger ew bazirganîya ligel Îranê bidome ewê bi rîskên mezin re rûbirû bimînin.

Amerîka herî dawî roja Sêşemê ji ber binpêkirina mafên mirovan dijî Îranê cezayên nû ragihandibûn.

Rêveberiya Tehranê li ser dorpêçan bal kişandibû ser danûstandinên peymana nukleerî yên li Vîyena didomin û Washington ji ber ragihandina cezayan rexne kiribû.

Pustên heman beş