Piştî dagîrkirinê rêja kurdan li Efrînê ji 96% daketîye 15%

Piştî dagîrkirinê rêja kurdan li Efrînê ji 96% daketîye 15%

Rêxistina Mafên Mirovana Efrînê ragihand ku rêjeya gelê kurd li bajarê Efrînêyê rojava ji sedî 96 daketiye ji sedî 15.

Rêxistina mafên Mirovana Efrînê ragihand ku bi daneyên herî dawî ku derxistiye, li bajarê Efrînêyê Rojava Kurdistanê ku di bin kontrola komên artêşa Niştîmaniya Sûryeyê yên ku Tirkiye piştgirya wê dike de ye, rêjeya gelê kurd ji sedî 96 daketiye ji sedî 15.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovana Efrînê diyar kir ku berê 25 hezar kurdên êzdî li Efrînê hebûn, lê hejmara wan daketiye 2 hezarî.

Tenê îsal 49 sivîl hatin qetilkirin

Li gorî amarên dawîyên rêxistinê, ji sala 2018ê ve 686 sivîl ku 96 ji wan jinin, li Efrînê jiyana xwe ji dest dane.

Rêxistinê diyar kir ku piştî kontrolkirina Efrînê ji aliyê komên artêşa neteweyîya Sûryeyê (SMO) ku Tirkiye piştgirya wan dike, 71 jin rastî tecawizê hatin û got ku ji xizmên wan kesên hatin revandin, fîdye û pere hat xwestin û dema ku pere nehat dayîn hin kesên hatîn revandin hatin kuştin.

Îbrahîm Şêxo her wiha diyar kir ku tenê di sala 2021an de 13 jin û 13 zarok bi giştî 49 sivîl hatine qetilkirin.

Efrîn ji sala 2018an û vir ve di bin kontrola çeteyên Tirkîyeyê deye.

Piştî zêdetirî du mehan ji operasyonê, herêma Efrînê di 18ê Adara 2018an de ket bin kontrola Tirkiyê û rêxistinên çekdarên ku Tirkiyê piştgirya wan dike.

Piştî wê ji herêmê gelek caran nûçeyên binpêkirina mafên mirovan hatin. Bi taybetî di nav wan de talankirin, revandin, tecawiz, guhertina nifûsê di rêza yekem de cih girt.

Her wiha gelek caran tê gotin ku gelek malbatên Ereb li herêma Efrînê bi cih bûne.

Pustên heman beş