Piştî mirina Merwan Bedel divê Êzidî careke din bifikirin

Piştî mirina Merwan Bedel divê Êzidî careke din bifikirin

Balefirên dewleta Tirk du roja li gundê Xanesorê li Şingalê êrîş birin ser wesayîtekê û hate dîyar kirin ku kesê di wesayîtê de jiyana xwe ji dest daye Merwan Bedel Hecî ye. Merwan Bedel hevserokê rêxistina PKK ê ya ku li Şengalê hatiye damezrandin e. Şikur her dû zarokên Merwan Bedel ên di wesayîtê de bûn bi saxî filitîn. Bi taybetî di sala dawî de, me Merwan Bedel gelek caran bi axaftinên xwe yên propagandeyî li ser ekranên televizyonan dît. Alîgirê sereke yê PKK û dijminê Herêma Kurdistanê bû. Têgînên ku di axaftinên xwe de bikar aniye û awayê îfadekirina pirsgirêkan dide xuyakirin ku demeke dirêj di dibistanên PKK ê de perwerde dîtî ye.

Axaftina Merwan Bedel a ku di bîra min de maye axaftina sê yî Cotmehê ye. Di vê axaftinê de behsa rêgirtin li ber ketina namzedên PDK ê di dema hilbijartinên Iraqê de li Şengalê kir. Gotinên wiha digotin: “PDK dixwaze baregehekê ava bike, Şengal wê li ber xwe bide, artêşa me heye, em dikarin xwe biparêzin, em bi Iraqê ve girêdayî ne”

Em dizanim ku fikrên siyasî yên Merwan Bedel bi tevahî şaş in û tevgera ku ew tê de ye tevgerek dijî Kurdistanê ye. Lê bi tu awayî nabe sedem ku em bi mirina vî kesî şad bibin. Ev ne xeta me ya siyasî ye. Ferqa herî mezin di navbera me û PKK ê de jî di vir de ye. Em li dijî kuştina her kurdekîne ji aliyê dagirkerên me ve li ku derê be bila bi be, emê li dijî derkevin. Kategorîzekirina Kurdan, parçekirina wan, kêmkirina wan û dijminatiya wan ne rêbaza ku em pê bawer in. Ji ber vê yekê em tu kîn û kerbê li şexs û jiyana Merwan Bedel nagirin. Ji ber ku Merwan Bedel qurban e. Bûye qurbanê ajande ya PKK ê a  veşartî. Pêşbîniya wî ya siyasî, kûrbûn û zanîna wî têra naskirina xeta siyasî ya rast a ku Êzidiyan ji mirinê rizgar dike nedikir û li pey popîlizma PKK ê dibezî. Dibe ku ew ji bo berjewendiyên darayî, ji bo navûdeng, û populerbûnê ketibû pay PKK ê. Di encamê de çi dibe bila bibe wî jiyana xwe ji dest da û du zarok jî sêwî man. Her wiha ev ji bo civakeke mîna Êzidiyan qirkirin derbas kirî, pir zêde ye. Lê yên ku dikarin vê rewşê rawestînin her Êzidî bixwe ne.

Divê Êzîdî dev ji fedakirina gelê Şingalê di oxira fantazîyên PKK ê berdin. Ji bo Êzidiyan rêya herî baş ewe ku dawî li rewşa ne diyar a Şingalê bînin. Ji ber ku Şingal bi rewşa xwe ya îro veguheriye qada şerê desthilatdariyê ya di navbera Tirkiye û Îranê de û wê hîn zêdetir jî bidome. PKK di vê lîstikê de Îran ê diparêze. karê Heşda Şeibî li Şengalê tenê  parastina berjewendiyên Şîeyan e. Gelê Êzidî ne xwediyê tecrubekî siyasî û leşkerî ye ku rê li ber Îran û Tirkiyeyê bigire da ku Şingal nebe qada şer. PKK li dijî PDK ê, Pêşmerge û Herêma Kurdistanê disekine, cil û bergên kamûflajê li xwe dike, jinan ji malan kom dike û çadirên protestoyî organîze dike, zarok û xortan kom dike û li ber asayîşê hereketên lûmpan pêk tîne. Mirovên li dora PKK ê hene. Lê ev ne tiştek in. Ew tenê şoven û hereketên populîst ên PKK ê ne. Ev yek jî nayê wê wateyê ku gelê Şingalê xwedî hêza parastina xwe ye. Bi du debabe û du balafiran wê Şingal dîsa bihêta hilweşandin. PKK vê hêvî dike; Bila Şingal bibe qada şer, sivîl bimirin, da ku hêzên xwe ji Rojava bînin Şingalê bi cîh bikin û her roj ji wir gefan li ser Herêma Kurdistanê bikin.

Baş e, birayê min ê êzîdî, ez ji te dipirsim, van planên PKK ê wê çi mifa bide te? Dema hûn rabin û ji bo Evdila Ocelan kon vedidin ma çi dibe? qet netiştek jî. Li Merwan Bedel jî heman tişt dikir, çi bû? Nikarîbû xwe jî xilas bike? Niha komek ciwanên ku dixwazin wêneyan bikşînin, bi kamerayan re biaxivin û bi komên keç û xortan re kêfê bikin, mad ê ew qedera Şingalê diyar bikin? Ev ciwan nikarin berpirsiyariya jiyana xwe bigirin ser milê xwe. Ger klîbeke wê li Çira TV bê weşandin, hinek Êzîdî difikirin ku dê rizgar bibin. Tiştekî wisa nîne qurban. PKK dixwaze Êzîdî yan bikin qurbaniyên nakokiyên herêmî yên di navbera Tirkiye û Îranê de.

Merwan Bedel jî yekî qurban bû, PKK ê di got ezê tola seîd hesen vekim û loma jî Merwan anî şûna wî. Niha dê yeke din jî, ji bo şûna Merwan erkdar bike. Ev zincire wê wiha berdewam dike, wê Êzidî careke din bibînin ku ew bê mal mane. PKK rastiya Şingalê ji civakê vedişêre. Rêvebirên PKK Sozdar Avesta û yên din wê sibê birevin Tehranê û Şamê. Lê divê kesayetên navdar, siyasetmedar û oldarên Êzidiyan gelê Êzidî ji vî şerî biparêzin. Statuya Şingalê û çarenûsa Êzidiyan bi heyecana çend ciwanan nikare bibe qurbana ajandeya veşartî a PKK ê û Îranê. Di encama bûyera Merwan Bedel de divê Êzidî encamekî baş derxin.

Pustên heman beş