Wateya Roja Mafê Mirovan ji bo Kurda çiye ?

human-rights-day-kurd-nation

Gelek roj di cihanê de hene ku, li gora bûyerên civakî û herweha ji bo ji navbirina hinek pirsgirêkên civakê hatine ragihandin. Roja mafê mirova ya cîhanî jî ji rojek van ya herî girîng e. Lê gelo piraniya welatan de, qedrê vê rojê heta çi radeyê heye. Li himber hemû binpêkirina mafê mirovan li hinek welatan de, berpirsên wan welatan salê carekî vê rojê yad dikin. Lê bi tu awayekî guh nadin mafê mirovan û hemû zordariyê dikin û kesayeta insana binpê dikin xelkekî ji bo gotinekî bi salan têxin zindana de.

Welatên ku Kurdistan dagir kirîn, bi tu awayî pêwistiya vê roja naynin cih. Ji bilî hemû awayî mafê jiyanê binpê dikin û welat ji bo jiyana Kurdan jî dikin dojgehek li ser rûyê erdê.

Ji bo vê yekê mafê mirovan li Kurdistanê ji bo Kurda tê çi wateyê? Eger kurd wek civat di welatê xwe de ne azad bin û ne di bin ala xwe de jiyanek bi rûmet bijîn, tu wateya mafê mirovan ji bo wan namîne. Li Tirkiye muxalefet, desthilat, islamî,çep , liberal û welhasil hemû ideolojî û dîtinên di nava civakê de heyîn behsa mafê mirova dikin û hemûyan jî bi minasebeta Roja Mafê Mirova ya Cîhanî daxûyanî belav kirin, bernameyên televizyonî çêkirin û behsa heyîn û tunehiya mafê mirova kirin ev babet bi germî gotubêj kirin.

Lê mixabin kesekî behsa mafê Kurda û tunehiya tu mefekî yê wan nekir. Herweha dema behs dibe behsa Kurd û Kurdistanê ew aliyên ku li jor hatîn hêjmartin hemû dibin yek û yek axavtinekî di derbarê Kurdan de dikin.Yanî çep, sosyalist, islami û muhafazakarên Tirk hemû di pirsa kurdan de hemfikirin û dema behsa pirsa kurd dikin tu dibêjî ku dengê hemûyan ji yek nawenda mejiyekî tê îdarekirin.

Bi kurtahî ji bo xwe demokratin, ji bo kurda nijadperestin, ji bo xwe parêzerên mafê mirovanin ji bo Kurda faşîstin , ji bo xwe îslamine  ji bo Kurda dijminin, ji bo xwe herî tişta baş difikirin lê ji bo Kurda xirabê herî mezinin. Başe di rewşek weha de mirov dikare çi navî li van kesan bike? Li Tirkiye di bernameyek televizyonî de profesorek yê qanûnê behsa pirsa girêka kurda dike û dibêje: Rastî ez tênagihim ku li vî welatî çi pirsgirêka kurda heye? Hemû mafên wan hene ,çi mafê me hebin yê wan jî heye ,em hemû li ber yasayê wek hevin, ka ji minre bêjin ev Kurd çi dixwazin? Ez jî têbigihim.

Veca bala xwe bidinê eger li Tirkiye akademisyenek vê gotinê bêje, mirov wek kurd dikare çi bêje? Yanî kesek sifata akademisyenîyê li ser be û vê gotina nijadperstî bêje û xelkek mezin wî demokrat bihesibîne, çewe çêdibe. Gelek zehmete ku ev mejiyên zingar girtî bi çavên demokratik ,insanî li pirsa Kurd binêrin. Kurd gerek li himber van nijadperestan, tiliya xwe bêxin di çavên wan de û doza mafên xwe yên rewa, netewî û Kurdistanî bikin.

Ji aliyek din hinek deverên ku di bin desthilata Kurdan de ye, wek başûrê Kurdistanê, gerek bi gelek hesasî mafê mirova bêne parastin û desthilata Kurdistanê vê yekê wek erkek netewî bi cih bîne. Nabe sibehî hinek bêjin  ku; Kurd dema dibin desthilat û berbi dewletbûnê ve diçin, ew jî mafê mirovatiya hemwelatiyên xwe hindik bê jî binpêbikin. Gerek dezgehên çavderiyê ji bo parastina mafê mirovan herdemî hişyarbin.

Doh ENKSê, bi minsebeta Roja Mafê Mirova ya Cîhanî daxûyaniyek ragihand. Ji aliyekî ve behsa kiryarên hovane yê gurubên çekdarên girêdayî Tirkiye dike û ji aliyek din ve jî behsa kiryarên xirab yên çekdarên PYDê dike. ENKS dibêje: Xelkê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî jî rastî binpêkirinên hovane li ser destê grûpên çekdaran tên, wek kuştin, revandin, koçberkirin, destdanîna ser mal û milkên welatiyan.

Berdewamiya daxûyaniya xwe de ENKS behsa kiryarên PYDê yên wekî revandin û biçekirina zarokan û girtina welatiyan û çalakvanên siyasî dike.

  • ROJEVAKURD

Pustên heman beş