Daxuyaniya 21 Partî û Rêxistinan li Qamişlo feryada binketina PKK’ê ye

Siyaseta ku îro li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Tevgera Azadiyê (PKK) û partiyên di bin siya wê de tê meşandin, êdî ne tenê ji aliyê mûxalifên wan ên klasîk ve, lê belê ji aliyê hevalbend û hîmên herî bingehîn ên Rêveberiya Xweser bixwe ve jî rûbirûyî şikestineke mezin a polîtîk û îdeolojîk bûye. Konferansa rojnamevaniyê ya 21 partî û tevgerên siyasî li Qamişlo, ku piraniya wan bixwe endam an piştgirên pergala heyî ne, belgeya herî eşkere ya binketina vê xetê ye li ser asta Sûriyeyê.
Ev daxuyaniya hevpar pênaseya binketineke stratejîk e ku mirov dikare di çend xalên bingehîn de wekî rûxandina siyaseta Rojava şîrove bike:
Şikestina Teoriya “Neteweya Demokratîk” û Xyalên Hevbeş
Bi salan e PKK û baskên wê yên li Rojava (wekî PYD û TEV-DEM) civaka Kurd bi dirûşmeya “Neteweya Demokratîk” û biratiya gelan mijûl dikin. Wan ji bo xatirê pêkvejiyana bi rejîm û aliyên din re, daxwazên neteweyî yên Kurdan (wekî mafê çarenivîsê, sîstema federal a pênasekirî û parastina nasnameya xwerû ya axa Kurdistanê) paşguh kirin. Lê belê, tayînkirina endamên “Civata Gel” (Parlamentoya Sûriyeyê) ji aliyê Şamê ve û bêdengiya li hemberî wê, nîşan da ku Şam bi hûrikekî jî guh nade van teoriyan û hîn jî bi hişmendiya navendî ya şovenist tevdigere. Ev daxuyaniya 21 partiyan, îtirafeke derengketî ye ku siyaseta PKKê ya tawîzdayînê tenê xizmeta bihêzkirina destê rejîmê kiriye.
Siyaseta Tefrîqê û Lawazkirina Eniya Navxweyî
Binketina herî mezin a vê xetê li Rojava ew e ku nekarî platformekî neteweyî û yekgirtî ya Kurdistanî ava bike. Bi darê zorê û bi rênîşandanên îdeolojîk, qada siyasî tenê ji bo alîgirên xwe hiştin, opozîsyona Kurdî (wekî ENKS) çewisandin û civak dabeş kirin. Îro dema ku sîstema navendî ya Sûriyeyê polîtîkayên asîmîlasyonê dimeşîne, tu eniyeke bihêz û yekgirtî ya Kurdî tune ye ku li hemberî Şamê raweste. Tevgerên ku îro li Qamişlo daxuyaniyê didin, bixwe qurbaniyên vê bê-stratejiyê ne ku êdî dibînin dengê wan nagihîje tu derî.
Sersariya Li Hemberî Guhertina Demografîk: Birîna Kûr a Serê Kaniyê
Di deqa daxuyaniya partiyan de xaleke pir metirsîdar heye: Tayînkirina kesên ji “Erebên Xemr” (erebên ku di salên 70yî de ji aliyê rejîma Baasê ve ji bo erebkirina herêmê li ser xaka Kurdan hatibûn bicihkirin) wekî nûnerên herêma dagirkirî ya Serê Kaniyê. Ev yek binketina herî mezin a leşkerî û siyasî ya fermanên Qendîlê ye. Li aliyekî xaka Kurdistanê (Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî) ji ber şerên bêplan û daxuyaniyên hamasî radestî dagirkeriyê hat kirin, li aliyê dî jî rejîm bi riya parlamenê re qanunîbûnê dide guhertina demografîk. Siyaseta PKKê nekarî ne axê biparêze û ne jî di asta dîplomasiyê de rê li ber windakirina mafên Kurdan bigre.
Teşwîqkirina Koçberiyê û Valakirina Rojava
Binketina polîtîk rastevger bandorê li jiyana civakî dike. Nebûna asoyekî zelal ê siyasî, nebûna statuyeke fermî ya ku di qada navdewletî de were nasîn, û berdewamkirina rewşa “ne şer û ne aştî” ya ku Rêveberiya Xweser herêm tê de hiştiye, bûye sedema krîzeke kûr a aborî û ewlehiyê. Civaka Kurd a li Rojava, ku di destpêka şoreşê de xwedî vîn û hêvî bû, îro ji ber vê bêserûberiyê ber bi koçberiyê ve diçe. Siyaseta heyî herêmê ji hêza wê ya herî mezin, yanî ji ciwan û mirovên wê, vala dike.
Daxuyaniya Qamişlo feryada binketina projeyekê ye ku li ser bingeha berjewendiyên dervayî sînorên Rojava hatibû avakirin. Êdî eşkere bûye ku siyaseta ku nûnertiya Kurdan tenê wekî amûrekî bazarê yê herêmî dibîne, nikare mafên rewa yên gelê Kurdistanê li Sûriyeyê biparêze. Ev şikestina tund nîşan dide ku bêyî vegereke rasteqîn ber bi xeta neteweyî ya Kurdistanî, bêyî qebûlkirina piralîbûna siyasî û bêyî derketina ji bin siya biryarên îdeolojîk, paşeroja Kurdan li herêmê di bin metirsiyeke mezin a fena-bûnê de ye.