Nebûna zimanê Kurdî li ser tabloya koşka Dadê Ya Hesekê bû sedema girjiyê

Nebûna zimanê Kurdî li ser tabloya koşka Dadê Ya Hesekê bû sedema girjiyê

Şeva borî li bajarê Hesekê, piştî ku tabloya nû ya avahiya Koşka Dadê tenê bi zimanê Erebî hat dardakirin, pêleke nerazîbûnê derket û di encamê de di navbera welatiyan û hêzên ewlehiyê de girjî çêbû. Nebûna zimanê Kurdî li ser tabloya saziyeke fermî ya parêzgehê, wekî sedema sereke ya vê rageşiyê hat destnîşankirin.

Li gorî zanyariyên ji cihê bûyerê hatine girtin, di dema bilindkirina tabloyê de hejmareke zêde ya hêzên ewlehiyê li derdora avahiya Koşka Dadê hatin belavkirin. Di heman demê de, fikar û nerazîbûna welatî û xwepêşanderên ku li wir kom bûbûn veguherî aloziyê û di navbera her du aliyan de rageşî tundtir bû.

Xwepêşanderên ku li dijî vê biryarê derketin ragihandin ku piştgûhkirina zimanê Kurdî li herêmê nayê qebûlkirin. Wan daxwaz kir ku divê zimanê Kurdî wekî zimanekî fermî li kêleka zimanê Erebî li ser tabloyê were nivîsandin û mafên çandî û zimanî yên şêniyên herêmê werin parastin.

Hêjayî gotinê ye ku ev pirsgirêk ne cara yekem e ku rû dide; ji destpêka meha Gulanê ve ev çend car in ku tabloya Koşka Dadê ya Hesekê tê guhertin, tê daxistin an jî ji aliyê welatiyên hêrsbûyî ve tê şikandin. Çavdêrên herêmî diyar dikin ku heta daxwazên xwepêşanderan neyên bersivandin û zimanê Kurdî li ser saziyên fermî cih negire, metirsiya berdewambûna van aloziyan heye.