Encûmena Asayîşê bandekî bazirganên Hîroynî desteser kir

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê

Encûmena Asayîşê a Herêma Kurdistanê îro ragihand, dehan kîlogram maddeyên hişberê ku ji hêla bandekî Afrîkayê ve ji boy Herêma Kurdistanê hatine anîn, hatin desteser kirin û tuhmetbar jî radestê dadgehê hatine kirin.

Encûmena Asayîşê a Herêma Başûrê Kurdistanê, îro roja şemî 11/12/2021ê daxuyanî li derbara desteser kirina dehan kîlogram maddeyên hişberê da û ev jî tekista wê ye:

Hêzên Encûmena Asayîşê ya Herêma Kurdistanê, paş bi destxistina agahîyan ji çavkaniyên bawerpêkirî, karîn dest bi ser qebarê 70 kîlogramên maddeyên hişberê ji cureya Hîroyîn û Tiryak de bigirin ku ji hêla bandekî Afrîkayê ve ji boy Herêma Kurdistanê hatine anîn û bi awayê maddeyên xwarinê yên weke: “Tehîn, jajî, keşk, reyhan û ar”, lê belê bi hewl û karîn û pilanên mukim yên hêzên Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, dest bi ser de hat girtin.

Ev girûp ji 4 hemwilatiyên Afrîkayê yên ji welatê Gana pêkhatî bû, ev maddeyên hişberê anîne Herêma Kurdistanê, lê belê ji hêla hêzên Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê li gorî maddeya 14 ji yasaya sizadanê ya maddeyên hişberê, hatin desteser kirin û radestî dadgehê hatin kirin.

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê

Pustên heman beş