Balefirên Tirkiyê baregeha asayîşa YBŞê li Xanesûrê bombebaran kir

Balefirên cengê yên dewleta Tirkiyê, îşev baregeha asayîşa YBŞê ya girêdayî PKKê, li komelgeha Xanesûrê li Şengalê bombebaran kir.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, îro li demjmêr 8:30 Şev balefirên dewleta Tirkiyê, baregeha asayîşa Yekîneyên Berxwedana Şengalê, ya bi navê YBŞe ya girêdayî rêxistina PKKê, li komelgeha Xanesûrê ya girêdayî Şengalê bombebaran kir, zirar hêjan nehatine zanîn.
Li gorî dîmenên baregeha ku ketîye ber êrîşa balefiran, zirareka mezin çêbûye, lê belê nehatîye zanîn kanê çi zirareke giyanî heye.
Ev êrîş, hemwexta êrîşa berîya du rojan tê ya ku balefireke bê mirov a Tirkiyê li Şengalê encamday û têde berpirsekê YBŞê bi navê Merwan Bedel, têde jiyana xwe ji dest daye.