Kurmê darê ne ji darê be, teqez hundir jî wê bi fisan gerim bibe!!

sozdar-avesta-kck-pkk-avesta

Sozdar Avesta, endama KCKê îro li “Stêrk TV” axivî û nirxandin ji boy rewşa Şengalê, êrîşa li Xanesûrê kir, wê tişteke nû nego û weke hertim ji silavê heya xatir xwestinê tenê êrîşa PDKê kir, wê go: “Merwan Bedel bi destê PDKê hatîye kuştin”!!

Sozdar Avesta, dewleta Tirk ji kuştina “Merwan” bê sûç û bê guneh dibîne û sûç avêt ser PDKê, her wiha wê eşkere banga şerê navxwe, şerê “Êzidî – Êzidî” kir û go: “Kurmê darê ne ji darê be, dar na rize, yên Bedel ixbar kirî xaînin divê hûn nehêlin ew bijîn”, Sozdara endama KCKê bi vî awayî muxateba gelê Şengal û Xanesûrê kir!!.

Ev gotina Avestayê, dihête wê wateyê ku li rojên pêş me, rêxistina PKKê wê cînayetên qetilkirinê li jêr navê îxanet û sîxortiyê li Şengalê û Xanesûrê encam bide.

Li vir pêwîste gelê Êzidî ji Avestayê re bibêje: “Riziyê hundir bi fisan gerim nabe”, hûn çi dibêjin bêjin, teqez Êzidî baş dizanin kê berê Bedel da mirinê, kê ew ixbar kir û kî li ser mirina Bedel û yên berî Bedel siyasetê dike, ji xwe dewleta Tirk a dagîrker bi xwe û eynî roj go me Bedel hedef kir, evca çima hûn vê rûreşîya Tirkiyê di peçinin?!

Ma qey Bedel li herêmên PDKê hatîye hedef girtin ku hûn bibêjin ew bi destê PDKê hatîye kuştin?!, Ma qey Bedel û pêşengên din yên Êzidî weke hewe nav lê kirî ku berî Bedel hatine armanc girtin, mane hemû li herêmên jêr desthilata PKKê û YBŞê hatine hedef girtin û tasfîye kirin? Evca li vir weke çavê rojê xweyaye kê Bedel ixbar kir û kê berê Bedel da mirinê.

 Li dawiyê jî pêwîste Êzidî ji Sozdarê bipirsin, ev çi tesadufe her kesê ku PKKê navê pêşeng lê kirî, paş demeke kin ji hêla balefirên bêmirov yên Tirkiyê tê armanc girtin?!, Ev çi tesadufe hemû pêşengên Êzidî yên ku PKKê çêkirîn, li herêmên PKKê bi xwe dihêne tasfîye kirin?! Loma Avesta rast dibêje heger kurmê darê ne ji darê be, dar na rize, ango heger PKKe wan ixbar neke, ev pêşeng nabin nêçîra balefirên bêmirov!!

Pustên heman beş