Çekdarên ‌PKKê dest bi kuştina kerên xelkê kir!

Çekdarên ‌PKKê dest bi kuştina kerên xelkê kir!

Li gor agahiyan, asayîşa PKKê li gundên quntara çiyayê Qendîlê dest bi tirsandina şêniyên wê herêmê û kuştina dewarên wan kirîye.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, asayîşa PKKê li nêzî zalgeha Kurtek li roja 5/11/2021an gulle berdane dewarên şêniyên Kurtekê û Kerên her yek ji wilatî, Mihemed Hacî Şêxe û Îbrahîm Ebdulla kuştine.

Çavkaniyên pêgeha me her weha eşkere kirin, PKKê bi şêniyên herêmê re ragihandiye ku bi ti awa nabe nêzî wan herêman bibin ku di bin kontrola wan de ne.

Her weha çavkaniyên me eşkere kirin, ev demeke ku PKKe pir bi hestiyarî û tundî ligel şêniyên gundên quntara çiyayê Qendîlê tevdigere, bi awayekî ku PKKe xwe telefonên şivanên vê herêmê ji wan distîne û bi hûrî kontrol dike.

Hat hîn bûn ku PKKê tev telefonên şivanên gundê “Dû Guman” ku bi merema çêrandina Terş û Kewalê xwe seredana kwîistanên Qendîlê kirine ji wan stendine, paş ku telefonên wan hatine kontrolkirin, çekdarên PKKê pirr bi tundî bi wan re axaftine û bêrêzî bi şivanan kiriye.

Navên hin ji wan şivanên ku PKKê telefon ji wan stendine û bêrêzî bi wan kirine evin:

1-            Mîne Resûl Mam Bapîr.

2-            Xdir Sîwaedîn Hesen.

3-            Hacî Hacî Birahîm.

4-            Nebî Hacî Resûl.

Pustên heman beş