PKKe li Qereçûxê alîkara DAIŞê ye

isis-pkk-kurdistan

Rêxistina PKKê ji bo ku fişarê bixe ser Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, li çyayê Qereçûx alîkarîya terorîstên DAIŞê dike.

Bisporê leşkirî Mihemed Sabir di daxuyanîyekê de ji boy kenala Kurdistan24 ê ragihand, çekdarên rêxistina PKKê ji bo ku fişar û zextê bixin ser Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, ew li sînorê çyayê Qereçûxê alîkarîya terorîstên DAIŞê dikin.

Dest nîşan kir, PKKe li Qereçûxê çi dike?, ew navçe niha qada şerê DAIŞê ye û hebûna PKKê û her hêzeke din li wir diçe di çarçûveya alîkarîkirina terorîstan de, ji bo ku fişar û zext bikeve ser Hikûmeta Başûrê Kurdistanê.

Got jî: valahîya ewlehiyê ya ku li çyayê Qereçûx çêbûye, bi sedema hebûna çekdarên PKKê ye.

Ji hêla xwe ve, Kosret Mîran çavdêrê siyasî ragihand, qada rastîn a xebat û tekoşîna PKKê Bakurê Kurdistanê ye.

Got jî: PKKe bûye sedema çêbûna gef û êrîşa li ser Herêma Başûrê Kurdistanê û her wiha hincetê dide dewletên herêmî ku êrîşa bînin ser vê herêmê.

Li aliyê din vî çavdêrê siyasî amaje kir ku rêxistina PKKê her wiha bûye sedem ku heya niha Peymana Şengalê a ji boy asayîkirina rewşa Şengalê û vegera koçberên wê, neyê cî bi cî kirin.

Hêjayî gotinê ye, li rojên rabûrî hêza Pêşmergehên Herêma Kurdistanê her wiha şêniyên Başûr li navçeyên nêzî çyayê Qereçûx, rastî êrîşa terorîstên DAIŞê hatin û tenê di du mehên rabûrî de, pêtirî 20 Pêşmerge û hemwilatiyên sivîl şehîd ketin, ev yêk li demekê tê ku hejmareke nuqte û baregehên rêxistina PKKê li serê çyayê Qereçûxê hene.