Girtiyekî Kurd li girtîgeheke Tirkiyê canê xwe ji dest da

turkey-Abdulrezak Şuyur

Girtiyê nexweş yê bi navê Abdulrezak Şuyur ku 28 sal in cezayê heta hetayê bo wî hatibû dayîn, ji ber nexweşiyê di girtîgehê de canê xwe ji dest da.

Li gor zanyariyên di medyayên Tirkiyê de hatine belavkirin, Abdulrezak Şuyur xelkê parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê ye û di sala 1993an li bajarê Mugla yê Tirkiyê bi hinceta “endamtiya rêxistina terorê” hatibû destserkirin û cezayê heta heta yê girtîgehê lê hatibû birîn.

Li gor zanyariyan, Şuyur piştî girtîgehên Sêrt û Dîlokê herî dawî bo girtîgeha Şakran a Tîpa F ya Îzmîrê hatiye veguhastin û berî 3 mehan bi nexweşiya pençeşêra kezebê ketiye.

Hevseroka Komeleya Mafên Mirov a Tiriyê Eren Keskin doh bi şev li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku nexweşê giran ê bi navê Abdulrezak Şuyur di girtîgehê de canê xwe ji dest daye.

Pustên heman beş