Yewnanîstan ji hevkariya Spanya ya leşkerî bi Tirkiyeyê re bi fikar e

greece-turkey-spain

Hikûmeta Yûnanistanê dilgiraniya xwe ji îhtîmala pêşdeçûna hevkariyên Spanyayê di warê leşkerî de bi Tirkiyê re, nîşan da.

Wezîrê Derve yê Yewnanîstanê Nikos Dendias, piştî hevdîtinên ku roja Sêşemê li Atînayê bi hevtayê xwe yê Spanî Jose Manuel Al-Paris re kir, got: “Min nîgeraniya xwe ji niyeta muhtemel a Spanyayê ya ji bo xurtkirina hevkariya leşkerî ya bi Tirkiyeyê re diyar kir”.

Dendias bi bîr xist ku endamên Yekîtiya Ewropayê li hev kirine ku teknolojiyên leşkerî yên ku ji bo “dijminatiyê û têkbirina îstiqrara herêmê” bên bikaranîn, nedin Tirkiyeyê û destnîşan kir ku Jose Al-Paris di serî de “helwesteke zelal” derxistiye holê ku Îspanya dê di çarçoveya biryarên bloka Ewropayê de, bi taybetî tevbigere.

Wezîrê Derve yê Yewnanîstanê rexneyên nû li Tirkiyê kir û ew weke “faktora bêîstîqrarê li herêmê” bi nav kir.

Çavkanî: “Associated Press”

Pustên heman beş