Senaryoya poç ya Cemîl Bayîk û “Ciwanên bê rumet” li Sêmalka

Senaryoya poç ya Cemîl Bayîk û"Ciwanên bê rumet" li Sêmalka

Memet Mêrdînî

Siyaseta PKKê ya dirustkirina kîn û nefretê di navbera kurdan da dewam dike, PKKe hewl dide bi van karên xwe parçeyên kurdistanê li dijî hev han bide, ya PKKe dike heman tişt e ku ji dema parçekirina Kurdistanê di nêvbera dewletên dagîrker de, ev dewlet li dijî kurdan dikin. PKKe xwe weke partîyeke kurd dibîne û bi navê kurd û kurdistanê tev digere, lê belê di esas de tev karên wê li dijî kurd û Kurdistanê ne.

Piştî ku şanoya jinan ya ku bi fermana PKKê li Sêmalka dihête nîşandan encam bi dest nexist, PKKê dest bi şanoyeke din kiriye, di şanoya nû de PKKê ev car rola sereke da “Ciwanên Şoreşger” û ew şandin deriyê Sêmalka ku bi zorê derî derbas bikin û têkevin nava başûr de.

Bera sê rojan PKKê li her yek ji Qamişlo û Dêrkê bi dengweşa bangewaziyek ji boy kom kirina gelê van bajaran û encamdayîna çalakiyekê li Sêmalka kir, lê belê gelê herêmê li pey vê banga PKKê neçûn, bi neçarî PKKê biryar girt ku şanoya xwe bi “Ciwanên Şoreşger” bide nîşandan, di encam de îro saet 2 yê paş nîvrojê Çeteyên Şoreşger di bin navê “Ciwanên Rojava” li ber deriyê sînorî yê Sêmalka xwestin bi neqanonî derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, lê belê, ji aliyê hêzên ewlekariya Başûrê Kurdistanê ve rêgrî li wan hate kirin, Ciwanên Şoreşger jî weke karê xwe yê her tim bi kêr û dar û molotofan û kevoran êrîşî hêzên ewlehiya başûr kirin û piştre medyaya PKKê ragihand “hêzên PDKê” êrîşî ciwanan kirine!

Gelo “Ciwanên Şoreşger” kîne?

“Ciwanên Şoreşger” ne rêxistineke ser bi PKKêye, belku ew PKKe bi xwe ye, her karekî ku PKKe naxwaze raste rast li ser navê xwe bike, ji girtin, kuştin, îşkencekirin, revandina zaroka, lêxistina çalakvanên rojava, gefxwarin û tirsandina kadroyên partiyên ne nêzî PKKê bi van çeteyên xwe dide kirin.

Mîlîşyayên çekdar yên bi navê Ciwanên Şoreşger li rojava tev digerin û ew rasterast bi Qendîlê ve girêdayî ne û guh nadin kesekê ji bilî Qendîlê. Fermana xwe rasterast ji Cemîl Bayîk werdigirin. Ev ciwane nezanin û piraniya wan madeyên hişber bi kar tînin û ewin ku êrîşê cih û malên xelkê dikin. Ciwanên Şoreşger girseyek ji Ciwanên ser hişk yên PKKê ne, ew mîna robotan dimînin, rîmotkontrola wan di destê Cemîl Bayîk deye û weke ew dixwaze wan bikar tîne.

PKKe ji bo ku di qada siyasetê de xwe neêxe tengasiyê, rêxistina bi navê Ciwanên Şoreşger bikar tîne. Di wana de ne hest, ne soz û ne jî welatparêzî tuneye, hejmarek Ciwanên ser hişk û nezanin ku PKKe çi ferman bi wan bide ew bê tefkîr û hizir pêk tînin.

Kevirên wan, kêrên wan û hemû amûrên wana yên xerab kirinê li ser PKKê ne. Dema dibêjine wan êrişê bikin ew çep û rast êrîşê dikin. Ew napirsin ka wan êrîşî çi kiriye û ew napirsin boçî êrşê dikin. Mîna robotekî, gava ku îşaret pê dihête dayîn ew hereketê dikin.

Bi qasî ku van ciwanan êrîşî ala pîroz a Kurdistanê kirî, bi qasî ku van ciwanan bê rêzî bi pîrozîyên Kurdistanê kirî, ne Ciwanên Ereb, ne yên Tirk û ne jî yên Fars ev bê rêzîye li himber pîrozîyên kurdan nekirine. Ciwanên PKKê û Ciwanên çeteyên faşîstên dewleta tirk berhemên heman zîhniyetê ne. Ew ji hevdu cuda nîne. “Ûlkû Ocaklar”yên Tirkan û Ciwanên Şoreşger ên PKKê xwedî yek sîstem, têgeh û armancê ne. PKKe karîkatûra dewleta Tirkaye, ji ber vê yekê mîna Tirkiyê tevdigere her wek çewa Tirkiyê hebûna xwe li ser tunekirina kurdan ava kiriye, PKKê jî hebûna xwe li ser têkdana yekrêzîya kurdan ava kirîye. Bi kurtî Ciwanên Şoreşger rûyê rasteqîneyê PKKê ye.

Medyaya PKKê û servîs kirina nûçeyên derew li ser Sêmalka

Weke karê xwe yê hertim, medyaya PKKê îro jî dest bi servîskirina derewan û çêkirina nûçeyên derew kir, her di zû de medyaya PKKê ragihand, “hêzên PDKê êrîşî ciwanan kirin, meşa dirêja tevgera Ciwanên Şoreşgera Sûriyeyê û Yekîtya Jinên Ciwan ku ji Qamişloyê dest pê kir, gihîşt deriyê sînorê Sêmalkayê. Lê belê PDK’ê li vê derê êriş bir ser ciwanan.” ev derewk diyar a PKKê ye, ji ber ku her di wan dîmenên vîdyoyî yên ku wan bi xwe di rûpelên xwe de parve krî baş xweya dibe yên ku êrîş krî, yên ku dar û kevir û molotof bi wan re bûn Ciwanên PKKê bûn, Ciwanên bê rûmetên PKKê êrîş birin ser hêzên ewlehiya başûr û zirar gihandin wesayît û hêzên ewlehiyê, yên ku Ciwanên PKKê birîndar kirî jî, endamên PKKê bi xwe bûn, PKKê ev kar bi tenê ji boy vê yekê kir, daku di medyaya xwe de bibêje “hêzên PDKê êrîşî ciwanan kirin”, lê ti rastî ji boy van nûçeyên PKKê tunene, ti hêzeka PDKê jî li wir tune, yên li wir hêzên ewlehiya Başûrê Kurdistanê ne û fermanên xwe li Hikûmeta Herêma Kurdistanê werdigirin, ne ji PDKeyê.

Meşa çeteyên PKKê ya di bin navê “werin cenga rûmetê” û dû rûyî ya wan

Li gor agahiyên ji herêmê 98% ji wan çeteyên Ciwanên Şoreşger ku îro di bin navê “Werin Cenga Rûmetê” dixwest çalakîyekî li Başûrê Kurdistanê pêk bînin Ereb bûn, ji ber ku niha piraniya gelê rojava jî bi derewên PKKê û rastiya Ciwanên wê dizanin û naxwazin bibin amûrên parastina berjewendiyên PKKê.

Ciwanên PKKê li cihê ku herin ser sînorê Tirkiyê û li dijî Tirkiyê çalakiyan encam bidin, li şûna biçin li himber rejîma Beşar Esed çalakiyan encam bidin, pir bi rû qayîmî hatine û dixwazin li Başûrê Kurdistanê di bin navên balkêş de çalakiyan encam bidin û rewşa başûr tevlîhev bikin.

Ger Ciwanên PKKê rast dibêjin, ger xwedî rûmetin, bila biçin û daxwaza radestkirina cenazeyên kurdan ji dewleta Tirkiyê û Sûriyê bikin, bila biçin û daxwaza cenazeyê wan wilatparêzên rojava bikin ku bi destê PKKê û PYDê hatine tasfiye kirin, ger bi qasî bêrûmetek tirk jî rûmeta wan hebe, bila biçin û wan zarokên kurdan yên jîyê wan di nêvbera 11 heya 16 salî de ku pirr bi bêrûmetî ew revandine û di berjewenda PKKê de çekdar kirne li malbatên wan vegerînin, lê her kes baş dizane yê nêzî PKKê bibe, yê ku bibe mirîdê PKKê, yê ku mejîkê wî “helbet ger hebe” kar bke, ew nêzî PKKê nabe, ji ber ku yê nêzî PKKê bû ti rûmeta wî ji pîroziyên kurdistanê re tuneye, ew dibin kesên pirr bê rûmet weke çeteyên Ciwanên Şoreşger.

Ti kes bi l xwe kirina navên mezn mezin nabe û nabe Şoreşger, ger dixwazî bibî kesekî mezn, ger dixwazî bibî Şoreşger ti pêwîstiya te bi revandin, îşkencekirin, êrîş, gef, lêxistin û bê rûmetîkirin bi hev neteweyên te tuneye, yên ku dixwazin şoreşê bikin gerek nebin mirîdên ti kes û aliyekê, nabe ji aliyekê tu xwe weke Şoreşger bidî naskirin û ji aliyek din bê rûmetiyê bi Şoreşgerên welatê xwe bikî. Yên we îro bê rûmetî li himber wan kirî Şoreşgerên Kurdanin, ew, ew pêşmerge ne ku li dijî tev rejîmên dagirker şer kirî, ewin yên ku hatî û Kobanî rizgar kirî, ewin yên ku bi saya serê wan perçeyek ji Kurdistanê îro azad bûyî û bûye seywana parastina tev kurdekî.

Cenga rûmetê li Enqerê, li Tehranê û li Şamê ye, ne li ber deriyê Sêmalka, ji kerema xwe herin û cenga xwe li wir bikin, lê belê, vê yekê baş bizanibin, bi diruşme, kêr, kevir, dîlan, meş, wêneyên Ocalan û ala PKKê ti ceng nayên kirin. Ceng bi mejîk, çek û teknîka serdem tê kirin, ne bi qîreqîr û meşên sexte.

Pustên heman beş