PKKê duhî êrîşî deriyê Pêşabûrê kir û îro dibêje PDKê derî girtîye!!

semalka-peshabor-pkk-ciwanen-shoreshger

Rêxistina PKKê êvara duh bi rêya sedan kesên Ereb û çekdarên rêxistina «Ciwanên Şoreşger» a grêdayî Cemîl Bayîk li Rojava Kurdistanê, êrîşî deriyê Pêşabûrê kirin û hejmarek pasewanên wê xala sînor birîndar kirin.

Rêxistina PKKê îro roja pêncşemî 16\12\2021ê daxuyanî daye û weke hertim êrîş birine ser PDKê û Hikûmeta Başûr û gotîye ku PDKê deriyê sînor girt ji bo ku embargoyê bixe ser gelê Rojava! Ev li demekî tê, êvara duh roja çarşemî 15\12\2021ê rêxistina PKKê bi rêya sedan kesên Ereb ku ji Dêrikê û Qamişloyê anî bûn Sêmalkayê, herwiha çekdarên rêxistina “Ciwanên Şoreşger” ya grêdayî Cemîl Bayîk li Rojava Kurdistanê, êrîşî deriyê Pêşabûrê kirin û hejmarek pasewanên wê xala sînor birîndar kirin.

Paş vê êrîşê rêvebrîya deriyê Pêşabûrê daxuyanî da û ragihand ku rêxistina PKKê ji bo ku têkdanê bike, rewşa Başûrê welat xerab bike û her wiha zirarê li gelê Rojava bike ev êrîş anîn ser deriyê Pêşabûrê.

Birêvebrê deriyê Pêşabûrê Şewket Berbuharî her wiha got: deriyê Pêşabûrê take rêya dabînkirina debara jiyana xelkê me yê xoşewîste li Rojava Kurdistanê, PKKê jî bi vê êrîşê dixwaze zirarê li wan bike û berjewendiyên wan bixe xeteriyê.

Her wiha gotbû ku PKKe ji girtina deriyê sînor berpirse.

Lê belê îro PKKe hatîye û dîsa di medyaya xwe de derew belav kirine û gotîye ku PDKe bêy ku tu daxuyanîyekê bide, deriyê sînor girtin û her wiha got ku PDKê ev yêk encam daye ji bo ku embargoyê bixe ser gelê Rojava!.

Rêxistina PKKê ev dema sê mehane du kon li deriyê Sêmalka danane û bi darê zorê şêniyên Rojava li wir kom dike û bi avêtina siloganên li dijî Herêma Başûrê Kurdistanê wan han dide ku êrîşa deriyê sînor bikin.

Ev yêk jî duh li ber çavên medyayê û gelê Kurdistanê çêbû wexta PKKê, bi sedan ciwanên Ereb ku hemû ji Dêrikê û Qamişloyê anî bûn, êrîş bi kevir û molotofan birin ser deriyê Pêşabûrê û hejmareke pasewanyên deriyê Pêşabûrê birîndar kirin.

PKKê hem êrîş kir û hem jî bû sedema girtina deriyê sînor û piştre tê û bi rû qaymî dibêje PDKê ev yêk encam dayî ye.

Pustên heman beş