Balefirên bêmirov Gerîla li Heftenînê kirin armanc

haftanin pkk-gerila-turkey-drone

Balefirên bê mirov yên Tirkiyê êrîşên nû li Başûrê û Rojava Kurdistanê encam dan, yêk Gerîla û du Şervan kirin armanc.

Wezareta parastina netewî a Tirkiyê îro 16/12/2021ê li hesaba xwe a Twitter ê belav kir ku balefirên bê mirov yên Tirkiyê di êrîşa xwe ya herî dawîn de ku li navçeya Heftenînê ya Başûrê Kurdistanê encam dayî ye, Gerîlayekî PKKê kirine armanc û jîyanê xwe ji dest dayî ye.

Dest nîşan kir, êrîşeke hem awa li Rojava Kurdistanê jî li navçeya Kanîya Aşitîyê hatîye encam dan û du Şervanên YPGê ketine ber êrîşê û jîyana xwe ji dest dane.

Rêxistina PKKê li derbara êrîşa li Heftenînê tu agahî nedane, lê belê YPGê nasnameya 3 Şervana eşkere kirine ku di êrîşa Tirkiyê de jîyana xwe ji dest dane.

Pustên heman beş