Talîban bazirganiya diravên biyanî qedexe kir

taliban-afhanistan

Tevgera Talîban a Afganî li ser hesabê xwe yê Twitterê bi navê “Îmarata Îslamî” twîtek belav kir û tê de amaje bi qedexekirina bazirganiya diravên biyanî li wî welatî kir.

Talîbanê îro Pêncşemê 16/12/2021 ê di Twitterê xwe de ragihand: “Piştî civîna berpirsên Wezareta Navxwe, Berevanî, Darayî, Serokwezîr û Banka Navendî, biryar hat girtin: Hemû bazirganî bi diravê Afganî bên kirin.

Her wiha biryar hat dayîn ku bihayên bazarê bên sererastkirin û kirêya xanî û dikanan tenê bi pereyê Afganî bê dayîn.

Wê got jî: biryar hat girtin bi tundî rê li ber qaçaxçîtiya dirav bê girtin, û yên ku nahêlin bên sizadan.

Pustên heman beş