Rêxistina PKKê û Ezoya qûnmezin!

Rêxistina PKKê û Ezoya qûnmezin!

Têgihiştin û şirovekirina bûyerên ku di van rojên dawî de li Herêma Kurdistanê diqewimin, pirr giring in. Şanoya ku PKK ê li Şengalê û herî dawî li Sêmalka li pişt kulmekî ciwanan çêkirî, şanoyeke pesindar bû. PKK ev demek dirêje senaryoyek dinivîsand û niha wê senaryoyê dilîze. PKK her roj şanoyek nû û bi senaryoyek nû dinivîse, ji ber ku ti kes û ragahandina Herêma Kurdistanê jî di nav de, rûyê PKK ê yê rast eşkere nake. Her roj ji li derekê di pijiqin. Lê belê heya ku bi awayekî eşkere têkiliyên PKK û Heşda Şebî ji raya giştîre nehê pirsîn, tu kes nikare pêşî li fitne û fesadîyên PKK ê bigire. Lê em ê ji PKK ê re bêjin, hûn çi dikin bikin, ciwanên Ereb kom bikin û ber derîyê sînor bilîzînin, ji Rojava hêzê bişînin Şengalê û  xwepêşandan bikin, hûn çi bikin jî, hûnê nikaribin ‘ka çima hûn bi Cil û bergên heşdî şabî digerin’ îzah bikin.

Rastî ev e, PKK çi bike û kê/kî sûcdar bike jî wê nikaribe hevpeymaniya xwe ya bi Heşda Şebî re ya li dijî Kurdistanê rave bike. Divê Ev rûyê PKK ê bê deşîfrekirin,  îfşa kirin. Nexwe şêwaza PKK ê dişibe ya Ezoya Herî. Ango şêwazê Ezîmaya herî. Helbet hûn nizanîn Ezîma herî kê ye.

Ezîma herî jinek navsale ya gundê me bû. Ew jin sê car zewicîbû û her sê ji mêrên wê jî mirî bûn. Ew bi kurê xwe yê kêmendam re dijî. Pîremêr/jin digotin hemû mêr ji ber ku Ezîmê ew “kezeb reşî” kirine loma mirine. Navekî din ê wê jî Ezoya qereç e. hemû gund jê ditirsiya û kesê nedixwest rûyê Ezo bibîne. Hetta melayê gund jî carekê jê re got “herîye û hem jî herîya sor e” gundîyan ji ber kurêwê yê kêmendam û bêkesî bûna wê gotin jêre nedikirin. Lê Ezo we dizanî ku qey her kes jê ditirse.

Ezîme qîrewîr dikir, bang dikir, dijûn dida xelkê û diket kolana. Ji kulkên mirîşka hêk didizîn û tiştên ku li ber tavê hatibûn raxistin ji bo ku hişk kirinê, direvandin. Lê berî ku tu dengê xwe ji Ezo re bikî, ew diket kolana û êrîşî cîranan dikir, digot yekî hêkên min dizîne. Rexmê ku ji her kesî kêmtir dişixulî jî, dexl û danê wê yê zivistanê ji yê hemû gundîyan zêdetir bû.

Di nav gund de gotin digêrand, şer derdixist, gotegot dikir. Tiştê ku hûn ji Ezo fehm bikin ew e ku gelek nebaşî û xislet ên xerab bi Ezo re hebûn.

Lê aliyê wî yê herî berçav ew bû dema ku ew diket civatekê de di sere diwanê, di quncikê de cîh jixwe re çêdikir. Hêdî hêdî dikete hundurê jûrê, paşê nêzîkî kesên li quncikê rûniştine dibû û wek ku tiştekî bipirse xwe xwar dikir, paşê çokekî xwe datîna erde û hêdî hêdî cîh ji xwe re vedikir. Cebilxaneya wê ya bingehîn jî qûnmezin ya wê bû. Ewê bi qûna xwe ew jinên rûniştî çep û rast paldida. Êdî mirov ji neçarî xwe vedikişand. Dema ku Ezo hemû qûna xwe li ser doşekê bicî dikir û pişta xwe li balgiyê rast dikir, nefesek kûr digirt û bi hewaya fermandarekî serketî bi pozbilindî li mirovan dinihêrî. Ez qet ji bîr nakim, wê carekê li mala tazîyê jî heman tişt kir. Weke ku sersaxiyê li malbata xwedêşêrazî bide xwe nêzî xwediyê sersaxiyê kir, piştre jî bi heman taktîkê ew jinên li ser doşekê rûniştî, hemû li ser doşekê avêtin.

Dema ez li rê û rêbaza PKK ê ya ji xwe re cîh vekirinê dinêrim şêwazên Ezo a qûn mezin tê bîra min. PKK li ber derîyê Sêmalka mirovan dicivîne û dibêje em termên kadroyên ku li Xalîfanê hatine kuştin dixwazin. Lê ew mirov ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyê ve hatibûn kuştin û divê cenazeyan ji dewleta Tirk bixwazin. Em wê jî derbaz bikin PKK dê bi kîjan rûyî daxwaza cenazeyan bike? Berovajî divê hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza radestkirina kujerên Xazî Salih Alîxan bike. Pêdvî ye ji plangêrên cînayeta Xazî Alîxan ango Fermandarê biryargeha HPG ê, berpirsê Herêmê Piling Suruç û kujerên ku ev bûyer kirî anku Cesûr Roboskî û Piling Sûruç teslîmî dadgeha herêma Kurdistanê bihên kirin. Diviyabû wêneyên qatilên Xazî Salih Alîxan li ser rêya hemû çiyayên Metîna bihatana daliqandin û bihata gotin “em li van kujeran digerîn” Ji ber ku hûn vê nekin, wê PKK jî mîna Ezoka gundê me pîstir û herîtir bibe. Ew bi we ve bizeliqe û hûn nikarin xwe ji vê herî yê xilas bikin.

Ger hûn her roj li nav çavên PKK ê neqîrin û nebêjin çima hûn hevkarê Heşda Şebî ne, çima hûn cil û bergên çekdarên Heşda Şebî li xwe dikin… û hwd wê PKK çeteyên xwe yên bi navê Ciwanên Şoreşger rahêlîne we. Paşê jî bi cil û bergên Heşda Şebî mîna Ezoka qûn mezin dê cîh ji xwe re çêbike û dêhewil bide ku xwedîyê malê ji malê biqewitî ne.

Helbet min ji we re behsa dawiya Ezima herî nekir. Rojekê Ezîme bi jineke ku di ber gund re derbas dibû re dijûn kir, jinikê jî êdî nema karîbû xwe bigire û dijûn li Ezo vegerand. Pevçûn derket û gav bi gav mezin bû. Ez hê 12 salî bûm û me li mizgeftê nimêj dikir. Dema nimêj qediya, cimaet hemû çûn cihê pevçûnê. Ezo tijî kuşa xwe kevirên kirine û bi lezkî davêje wê jînkê û bê navber dijûnan jê re dike. Dû re kevirek hat û serê melê gund ket û serê wî şikest. Êdî gundîyan jî hêrsa xwe nekarîn bigirin û ketin ser ruhê Ezo û heya ku ew bêruh kirî lêxistin. Piştî kêlîye kê Ezo li meydanka gund mir û melê serşikestî jî kefîya xwe a bixwîn avête ser tarmê Ezo. Bê ku helalî ji gund were xwestin Ezo bin ax kirin. Ez we texmîn dikim ku dawîya PKK ê jî dê wek ya Ezoka gundê me be.

Ji kûrtasîya çîrokê 1: Her çend hûn têra xwe jêhatî bin û hûn bi qûna xwe ji xwe re cîh çêkin jî, gava sebera mirovan peqî hûn nikarin xwe ber pêla wê bigirin û hûnê biqedin.

Ji kûrtasîya çîrokê 2: Hûn çiqas birûmet û hişmend jî bin, pêwîste ku hûn pêşî li wan kesên ku xwedan rêbazên qirêj û gemar in bigirin û derske baş bidin wan.

Pustên heman beş