Lîreyê Tirkiyê daketineke dîrokî tomar kir

dollars vs turkish lira

Piştî ku Banka Navendî ya Tirkiyê bi 100 pûanan rêjeya faîzê daxist, îro Pêncşemê lîreyê Tirkiyê daketineke dîrokî tomar kir.

Malpera “Bloomberg” diyar kir ku Diravê Tirkî di asta 15.4668 lîreyan de li hember dolarê bazirganî pê hat kirin û bi vî awayî ev dirav daket asta herî nizim a heta niha.

Daketina lîrey piştî wê yekê hat ku Banka Navendî ya Tirkiyê biryar da ku rêjeya faîzê ya ji bo hefteyekê bi 100 pûanan kêm bike û bike ji 14%.