PKK’e nifşek bêedeb perwerde dike

PKK’e nifşek bêedeb perwerde dike

Di nava tev partiyên kurdan de hin kes hene ku dibe hinekê bêedeb bin, ti partiyeke kurd ji vê yekê bê par nîne, asta hebûna kesên bêedeb di partiyekê de bo partiyek din cudaye, dibe hin kesên bêedeb di nava partiyekê de hebin lê sûça partiyê bi xwe di bêedebiya wan alîgrên xwe de nebe, anku ew alîgir ji fîtreta xwe wisane, lê di nava PKKê de ev yek cudaye, tev kesên di nava PKKê de bêedeb ji aliyê PKKê ve li ser bêedebiyê hatine perwerdekirin.

PKKe ne bi tenê ciwanên kurd belku ciwanên Ereb jî li dijî kurd û Kurdistanê fêrî bêedebiyê, fêrî kerb û kîn û dijatiya pîroziyên kurdan dike, her tiştî le cem wan bê buha dike, wan wusa perwerde dike ku ji bilî PKKê û şexsê Ocalan ti tiştek din pîroz nîne, wan wusa perwerde dike ku dijûnan bi xwedê û pêxemberan jî bidin, dijûnan bi serok û serkirdeyên kurd û kesên wilatparêz, bi ala û dewletbûna kurdan bidin, li himberî vê jî Ocalan weke xwedawendekî bi wan didin nasandin, û wusa bi wan didin nîşandan ku ger Ocalan nebe wê tev cîhan têk biçe, azadî û demokrasiya li cîhanê de heyî bi nemana Apo wê jinav biçe, PKKe hewl dide Apo weke xwedawendekî girîk bi nifşê nû bide qebûlkirin.

Ger hûn li wan saziyên medyayî binêrin yên ku rastiya PKKê îfşa dikin, wê her tişt ji we re xweya be, wê hûn bizanibin em çima vê yekê dibêjin, li ser tev nivîsandinên li ser PKKê hatine nivîsandin wê çendîn alîgrên bêedeb yên PKKê bibînî ku dijûnan bi nivîser û birêveberên wê rûpel yan kanalê didin. Alîgirên PKKê weke alîgrên ti partiyeke din nînin, bêedebiya ew dikin, alîgrên ti partiyek din li himber kurd û kurdistanê û serok û serkirdeyên kurd nakin, ji ber ku ew bi awayek sîstematîk li ser dijûn dayîn û bêedebiyê hatine perwerdekirin, ew mîna Tûtîyan lêhatine, her peyiv û axaftineka ji wan re hatbe gotin, di bîrdanka wan de cî girtiye û bêy ti kêmasiyek dubare dikin.

PKKê alîgrên xwe wusa perwerde kirine ku her kesê ne bi PKKê re be xaîn, ajan û kirêgirtiyê dewletên dagirker e, wusa bi wan dide zanîn ku bi tenê axaftin, gotin û kiryarên PKKê û rêberê wê yê zindankirî rastin, ew rêberê ku daxwaza lêborînê ji dayikên tirk krî, ew rêberê ku dema hatî girtin go, dayîka minjî Tirk e, ez ji boy xizmeta Tirkiyê amade me, divê parlamentoya Başûrê Kurdistanê were xerakirin, wê Herêma Kurdistanê bibe Îsraîla duyemîn û…hwd.

Di vê Vîdyoya emê li xwarê nîşanî we bidin de wê du axaftinên me werin îsbatkirin, ya yekemîn eve ku weke me pêş niha ragihandî, 98% ji wan çeteyên “Ciwanên Şoreşger” yên ku PKKê şandîn deriyê sînorî yê Sêmalka ciwanên ereb bûne, ya diduyan jî eve ku PKKe nifşek bêedeb û dûr ji çanda kurdî perwerde dike.

Pustên heman beş