Tenduristiya cîhanî hejmara welatên ku Omicron gihayê ragihand

who-kurd-kurdistan-korona-corona-omicron

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku heya niha li 89 welatan cureya Omicron a vîrusa koronayê ya nû hatiye tespîtkirin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê îro 18/12/2021 ê ragihand, heta 16ê Kanûna Pêşîn a 2021 ê, vîrusa Omicron li 89 welatan, hatiye dîtin.

Li gorî rêxistinê, Omicron pir zûtir belav dibe.

Rêxistina Tenduristiyê diyar kir, Omicron bi lez li welatên ku nifûsa wan bilind e belav dibe û sedemên vê yekê hîna jî ne diyar in.

Pêştir Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê piştî civîneke awarte ragihandibû ku cureya nû ya vîrusa Koronayê ku li Afrîkaya Başûr hat dîtin, dibe sedema nîgeraniyê.

Rêxistinê navê cureya nû – B.1.1.529 – bi tîpa Yewnanî Omicron lê kir.

Pustên heman beş