PKKê nasnameya 4 ciwanên kurd eşkere kir û dibêje: Fedayê Apo bin!!

pkk-gerila-apo-ocalan-cemil-bayik-biratiya-gelan-turkey-kurd-kurdistan

Rêxistna PKKê nasnameya 4 ciwanên din yên Kurd eşkere kir ku ji boy Biratîya bi Tirkan re dane kuştin û radgihîne ku ev 4 ciwan Fedayî yên Apo bûn, pîvera sereke li cem wan azadîya fîzîkî a rêber Apo bû!.

Rêxistna PKKê her li navbera du heya 3 rojan, nasnameyên komên ciwanan eşkere dike yên ku ji hêla artêşa Tirkiyê tên armanc girtin, piranîya şervanên PKKê yên ku tên feda kirin, hêjan di temeneke herî biçûk dane, piranî jê hêjan rîh û simêlên wan nehatine û ji bo ku tewana revandina zarokên Kurdan li ser rêxistinê tesbît nebe, PKKe tam agahîyan li ser wan parvedike û tenê amaje bi temena wan nake.

Duh roja şemî 18/12/2021ê rêxistina PKKê nasnameya 4 ciwanên din jî eşkere kir ku di berxwedana xwe a saxte de li Başûrê Kurdistanê, ne ji boy Kurdistanê, lê ji boy Biratîya bi Tirkan re, bi destê eskerê ku dixwaze Biratiyê di gel pêk bîne, dane kuştin.

Navên van ciwanên Kurd wusaye:

Emîne Akdogan ji Şirnexê, Omer Karanfîl ji Sêrtê, Mihemed Can Talay ji Amedê û Hawbeş Omer ji Pêncwînê.

Ev her çar ciwan rêxistina PKKê li sala 2019ê li Başûrê welat dane kuştin û paş derbasbûna 2 salan ji nû hatîye bi rûqaymî dibêje ew fedayî yên Apo bûn, pîvera sereke li cem wan azadîya fîzîkî a rêber Apo bû, di pesna Emîne Akdogan jî de PKKê bi bê şermane gotîye: Wê azadîya xwe di rêber Apo de dîtbû!!

Pustên heman beş