Ziyanên lehiya Hewlêrê bi 21 milyar dînaran tên texmîn kirin

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw di konferanseke rojnamevanî de ziyanên lehiya berî du rojan ya li çend tax û navçeyên Hewlêrê diyar kirin û ragihand, 12 kesan canê xwe ji dest dan û ziyanên madî jî bi 21 milyar Dînar tên texmînkirin.
Parêzgarê Hewlêrê got: “Şeva17/12/2021ê, li 15 cihên Hewlêrê lehî rabû, di encamê de 12 kesan canê xwe ji dest dan. Termê 12 kesan gihîştin Bijîka Dadwerî û radestî kesûkarên wan hatin kirin”.
Diyar kir jî: “Qurbanî 3 Kurdên Hewlêrê, Kurdekî Êzidî, 3 kesên Ereb, kesekî û du kesên Nîpalî bûn. Kesekî bi navê Omêd Şamil û zarokekî bi navê Daner nebez winda ne”.
Parêzgarê Hewlêrê got: “Di lehiyê de, av derbasî 2509 xaniyan bû û ziyan gihîşt 402 xaniyên din ku yan dîwarên wan têk çûn yan jî derî û pencereyên wan têk çûn. Ziyan gihîşt 867 otomobîlan. 153 dukan, market, kargeh, pêşangehên otomobîlan ziyan dîtin. Herwiha ziyan gihîşt hejmarek zeviyên çandiniyê û ajaldariyê”.
Omêd Xoşnaw ragihand, “Ziyanên mezin gihîştin rê û pireyan, tora eliktirîkê û avê, dibistan û avahiyên hikûmî. Herwiha ziyan gihîşt bendavên biçûk Bêstane û Kerdiz û metirsî li ser wan heye û niha tîmên me kar ji bo kêmkirina metirsiyan dikin”.
Parêzgarê Hewlêrê diyar kir: “Bi giştî, ziyanên lehiyê bi 21 milyar Dînar tên texmînkirin.”
Parêzgarê Hewlêrê bang li Hikûmeta Federalî kir, “Bi budceya hawarhatinê, piştevaniya Herêma Kurdistanê û Hewlêrê bike, ji ber ku ew mafekî me yê yasayî ye, ji bo em ziyanpêketiyan qerebû bikin”.