Rayedarên PKK’ê yên xwedî nexweşiyên giran li benda vekirina deriyê sînorî yê Sêmalka ne!

Rayedarên PKK’ê yên xwedî nexweşiyên giran li benda vekirina deriyê sînorî yê Sêmalka ne!

Memet Mêrdînî

Yek ji “rayedarên” PYD’ê yê li deriyê sînorî yê Sêmalka ku ne ez navê wî dizanim û nejî dixwazim bizanibim, jiberku ti tiştek bi destê wî tuneye ji axaftinê zêdetir, ne dikare biryarekî bide, ne dikare pêşî li êrîşa çeteyên ciwanên PKK’ê bigre ne jî tiştekî ji wan re bêje, di derbara girtna deriyê sînorî yê Sêmalka ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya vî Rayedarê PKK’ê de, ji ber şepirzeîya wî rewşa aniha ya PKK’ê jî xweya bû, jiberku her tevirek li aliyekê dixist, wî go, “dema li roja çarşemî ciwanan meşek ji boy ber deriyê Sêmalka lidarxistî, dema gihiştî nîva pirê ji aliyê din hêzên ewlekariyê kevir avêtin û ciwan birîndar kirin, ev jî bû sedem ku ciwan jî keviran bavêjin!”, ey hawaaar tu li daxuyaniyê binêr, tev meşa (Ciwanên Şoreş-Ker) bi vîdeo hatiye tomarkirin û di medyaya PKK’ê bi xwe de jî hatiye parve kirin, yên êrîş kirî ciwanên PKK’ê bûn ne hêzên ewlekariya başûr, lê ev necwamêr hatiye û li roja rûhin û li cihê bûyerê derewan dike! Bisekine yaw bi bêjînkê berê rojê nayê girtin, tu bi derewan nikarî dîmenên vîdeoyî înkar bikî. Ger wusa be weke tu dibêjî, gelo ji kerema neyî ya Cemîl Bayik re ji me re bibêje, molotofan di destê ciwanên PKK’ê de çi dikir?!

Wî go, “em dixwazin ev çalakiya “demokrasî” ya ciwanan nebe behaneyek ji boy girtna deriyê sînorî, jiberku piraniya kesên niha ji “Bakur Rojhilatê Sûriyê” diçin başûr ew kesin ku êşên giran hene û ji boy tedawîyê diçin!” nizanim PKK’eyî çewa demokrasiyê fêm dikin, gelo li ko derê vê dinê “çalakiyek demokrasî” bi kevir, kêr, dar û molotofan tê kirin, ya “ciwanên Şoreş-Ker” kirî, ne bi tenê çalakiyek demokrasî nebû, belku çalakiyek pirr ne demokrasî û bê exlaqî bû.

Wan bi fermana Alixmahoyê Qendîlê ev kar encam da û êrîşî deriyê sînorî kir. Gelo çewa dibe bêy destûra hikûmetê bêy pirs û bêy ti tiştek kesek bixwaze derbasî wilatek din bibe?! Qey demokrasî eve?! Demokrasî eve sê rojan pêş îrîşê di dengweşan de biqêrî û bibêjî emê biçin “Cenga Rûmetê”?! Kî basî demokrasî û rûmetê bike divê hûn PKK’eyî bê deng û lal bibin.

Gelo ger hûn bi qasî Tirkek faşîst jî ji demokrasiyê fêm dikin, çima ewqas însanê bê guneh niha di zindanên we de ne?! Çima ewqas alîgirên partiyên din tên girtin, nivîsgehên wan tên şewtandin û bê rûmetî di derheqa kadroyên wan tê kirin?! Gelo di kîjan civaka demokrasî de çêbûye kesek bi tenê ji ber bilind rakirina alê wilatê xwe bi destê “birayê xwe” di nava xwîna xwe de bigevize?! Di kîjan civaka demokratîk de bi tenê ji ber pîroz ragirtina roja ala wî wilatî nivîsgehên partiyekê tên şewtandin? Di kîjan wilatê demokrasî de keç û kurên di bin 18 saliyê de tên revandin û bi zorê tên çekdar kirin?! Na hûn bê deng bimînin ji we re baştir ji berku her kes rûyê we yê rasteqîne nas dike, her kes dizane demokrasî bi aliyekî de diçe û hûn bi aliyek din de diçin.

Em bi tenê di yek axaftin de bi vî berpirsê “Bakur Rojhilatê Sûriyê” re ne, ji berku bi axaftina wî bi xwe piraniya kesên li aliyê din derbasî başûrê kurdistanê dibin kesên xwedî nexweşiyên giranin, divê derî were vekirin, lê li gorî vê axaftina wî be, divê yekem car derî li ser tev rayedarên “Bakur Rojhilatê Sûriyê” were vekirin, ji berku tu yek ji şêniyên rojava weke rayedarên PYD’ê-PKK’ê bi nexweşiyên giran neketine, helbet divê derî ji wan re bê vekirin û tev li nexweşxaneyên psîkolojîk bên tedawî kirin, PKK’eyî bûn girantirîn nexweşiye ku kurdek tûş bibe, dema tu bi nexweşîya PKK’eyî bûnê dikevî, êdî mejîkê te ji kar dikeve, tu nikarî bi wî mejîkî biryaran bidî, êdî wê kes yan kesên din li şûna te bifkirin û biryaran bidin, êdî tu wê weke tûtiyan bi peyivî, tişta di şikeftên Qendîlê ve tê nivîsîn tuyê bixwînî û vebêjî, beryara li wir hat stendin tuyê bê têfkirîn weke kesekî bê mejîk cîbicî bikî…hwd. Belê, bi rastî jî divê derî li ser rayedarên “Bakur Rojhilatê Sûriyê” were vekirin û tev bên tedawî kirin, PKK’e weke şêrpenceyê di mejîkê wan de belav bûye.

Gazinca herî mezin a vî Rayedarê PKK’ê ev bû ku kesê dixwaze biçe başûr divê formekî dagire ku ev form ji 25 pirsan pêk tê, wî go, em navên 100 kesan dişînîn lê bi tenê rê bi 40 kesan tê dayîn, gelo hûn nizanin çima ev yek tê kirin?! Ger hûn nizanin ezê ji we re bibêjim, ji berku ji sedî 60 a kesên dixwazin biçin başûr kadroyên PKK’ê ne ku dixwazin herin û li başûr karên ne qanûnî bikin, ji sedî 40 a din kesên hejar û bê sûçin ku ji boy seredan û tedawî kirina nexweşiyên xwe diçin başûr.

Ev Rayedarê PYD’ê dibêje, “em nabêjin ku em vê yeka ha şermezar dikin, jiberku çênabê kurd kurda şermezar bikê, em bi tenê dibêjin cihê rexnê ye, cihê mixabiniyê ye ku parçeyekî Kurdistanê deriyê xwe li ser parçeyek din, li beramber birayê xwe bigre, divê rê nedîn kêfa dijmên gelê kurd werê”, ez jî jê re dibêjim, ger nabe kurd kurdan şermezar bikin çima her roj yek ji rayedarên Qendîlê derdikevin ser medyayê û ne carekî bi hezaran caran Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku bi xuyna gel hatiye avakirin ji boy karên nekirî şermezar dikin? Gelo bi qasî ku rayedarên PKK’ê di daxuyaniyên xwe de êrîşî kurdan kirî û kurd şermezar krî ewqas Tirk, Ereb yan Farisek şermezar kiriye?! Belê, em jî dibêjin divê rê neyê dayîn kêfa dijmina bi me were, ji kerema xwe daku kêfa dijmina bi me neyê herin û ev şanoya bi navê dayikên şehîdan bi dawî bînin, ti kes nezanibe tu baş dizanî ew gerîla bi destê pêşmerge şehîd neketine, balefirên Tirkiyê li wan xistiye, lê daku kêfa dijmna bi me were rayedarên te dayikên rojava wusa têgihandine ku “PDKê” zaroyên wan kuştine! Rayedarên te dixwazin rûyên xwe û yên dagirkeran yên reş bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û “PDK’ê” sipî bikin. Ji kerema xwe vê yekê ji rayedarên xwe re bibêje, ji ber ku ti kesekî bi qasî rayedarên te kêfa dijmin bi kurdan neaniye.

Wî go, “ev karane ne di berjewendiya gelê kurd dene, tenê dikeve di berjewendiya dijminê gelê kurd de”, na girtina deriyê sînorî nakeve di berjewendiya dijminê gelê kurd de, ya ku dikeve di berjewendiya dijminê gelê kurd de eve ku tu birayê xwe bi tiştekî sûçdar bikî ku dujminê te kiribe, tu bi dar, kevir, kêr û molotofan êrîşî deriyê sînorî yê başûr bikî û nikarî li deriyê sînorî yê dikeve ser sînorê dijminê gelê kurd dengê xwe derxî, ya ku dikeve di berjewendiya dijminê gelê kurd de eve ku tu bi zihnîyeta wan li dijî birayên xwe yên başûr tev bigerî, dayikên şehîdan li şûna li ser sînorê Bakurê Kurdistanê li dijî Tirkiyê çalakiyan pê bidî encamdayîn bînî û li ser sînorê başûr derewan ji wan re bikî û ji wan re bibêjî kurên we bi destê PDKê hatine kuştin, di demekî de ku balefirên tirkiyê ew kuştine. Ya ku dikeve berjewendiya dijminê kurdan de eve ku navê kurdistanê ji parçeyek Kurdistanê vekî û navek bê wate, weke “Bakur Rojhilatê Sûriyê” li ser danî. belê, ev karane dibin sedem ku kêfa dijminên gelê kurd bi kurdan were, ji kerema xwe van karane bisekinin û kêfa dijmin bi me neyînin.

Ger nîyeta te pak be û naxwazî kêfa dijminê me bi me were, ji boy nîyet pakîya xwe, bi tenê vê yekê bike, “mafê karkirinê ji wî peyamnêrê saziya medyayî ya PKK’ê ya bi navê ANFê bistîne, ku di amadebûna te da birayên te yên başûr bi “bê namûs” bi nav kirî û ji te pirsî “ev bê namûsane çi dixwazin”. Tu wê jêre bibêjî, bê namûs ewe yê ku derewan ji dayikên rojava re dike, bê namûs ewe yê ku berê çeka xwe dayî sînga pêşmerge, bê namûs ewe yê ku ketiye di xizmeta dewletên dijmin de û bûye pirek ji boy derbas bûna wan bo Kurdistanê, bê namûsê herî mezin ewe yê ku li dijî dewlet bûna kurdan bisekine û bi derewa biratiya gelan sînorên dewletên dagîrkar biparêze û astengan ji boy take parçeya Kurdistana azad ku Başûrê Kurdistanê ye çêbike. Belê bê namûs aha eve.

Li dawiyê ez ji vî Rayedarê bê nav û nîşanê PYD’ê-PKK’ê re ku ti biryarek bi destê wî nîne û nikare ti tiştekî bike re dibêjim, ti birayekî kurdên başûr li “Bakur Rojhilatê Sûriyê” tuneye, birayên kurdên başûr tev li Rojavayê Kurdistanê ne.

Pustên heman beş