Medya PKKê li ser navê “Salih Gedo” derewan li dijî Herêma Kurdistanê belav dike

salih-gedo-صالح-كدو-سالح-گه‌دۆ-په‌كه‌كه‌-كوردستان-كورد (2)

Ajansa “Hawar” ya nûçeyan ku bi ajansa PKKê li Rojava Kurdistanê tê hesab kirin, derewan li ser navê “Salih Gedo” Sekreterê Partiya Çep a Demokrata Kurd li Sûryê, li dijî Herêma Kurdistanê û PDKê belav dike.

Ajansa “Hawar” ANHA yê, daxuyanîyek li ser navê “Salih Gedo” Sekreterê Partiya Çep a Demokrata Kurd li Sûryê belav kirîye û wusa nivîsandîye ku Salih Gedo muxateba PDKê kirîye û jêre gotîye ku “Li şûna girtina deriyê Sêmalkayê, pêwîst bû PDKê cesedên Gerîlayan teslîm kiribane”!! .

Di vê derbarê de, Salih Gedo ji boy çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Rojava Kurdistanê diyar kir ku ajansa ANHA yê, daxuyanîya wî ser û bin guherandîye û li ser navê wî derew parvekirine.

Salih Gedo got: “Min bi awayekî zarekî daxuyanî daye ANHAyê, min bi tu awayî êrîşî Herêma Kurdistanê û PDKê nekirîye û vê ajansê li ser navê min ev gotîye, lê belê haya min ji wan gotinan tune”.

Salih Gedo ji ajansa ANHAyê xwest daxuyanîya wî sererast bikin, îro roja sêşemî jî 21/12/2021ê zelalkirinek li hesaba xwe a medyaya civakî belav kir û têde gotîye: “Li ser daxwaza ajansa ANHAyê, li roja 20/12/2021ê, min daxuyanî daye wê ajansê û min nirxandin ji boy girtina deriyê Sêmalkayê kir, min got ev yêk bi zirara gelê Rojava tê ji ber ku Rojava dibin dorpêça dewletên Herêmî de ye bi teybet Tirkiyeyê.

Salih Gedo: Êrîşa Rêxistina Ciwanên Şoreşger li ser deriyê Pêşabûrê şaşêtîyek mezine

Salih Gedo her wiha got: “Li derbara êrîşa Rêxistina Ciwanên Şoreşger li ser deriyê Pêşabûrê jî min ji ANHAyê re gotibû ku ew êrîş şaşêtîyek mezine û zirarê li nav û dengîya Rêveberîya Xweser dike” .

Her wiha Salih Gedo di zelal kirina xwe de got: “Min ew daxuyanyê bi zimanê Kurdî ji boy ajansa ANHAyê dayî ye, lê belê wan guherandîye û tişta ku ji devê min derneketî wan nivîsandîye”.

Salih Gedo dibêje: “Min ji ajansa ANHAyê re got ku pêwîste kêşeyên bi birayên me yên Herêma Kurdistanê bi rêya diyalogê û nîqaşê bên çareser kirin û bi ruha Kurdayetiyê, ji ber ku tundutîjî tenê xizmeta dijimnê gelê Kurd dike” .

Hêjayî gotinê ye, medya PKKê ji bo ku pêgeha Başûrê Kurdistanê neciwan û neşirîn bike, dewam derewan û nûçeyên nerast servîs dike û daxuyaniyên rayedarên partiyên siyasî jî bi awayekî wusa di guherîne ku bikevin di xizmeta Rêxistinê de, ji bo ku êrîşên û pîlanên qirêj yên PKKê li ser Herêma Kurdistanê û PDKê werin rewa kirin.

Pustên heman beş