Îstîxbarata HSDê gefa derxistinê li malbatên Pêşmergeyên Roj dixwe

peshmerge roj-kurd-kurdistan

Îstixbarata Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) gefê li malbatên Pêşmergeyên Roj li bajarê Kobanî, li Rojavayê Kurdistanê bi derxistina wan ji deverê dixwe, eger kurên wan berdewam bin di nav refên Hêzên Pêşmergeyên Roj de.

BasNewsê li ser zarê çavkaniyên xwe li rojavayê Kurdistanê belav kir, îstixbarata Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bang li malbatên Pêşmergeyên Roj li bajarê Kobanî kirin û daxwaz ji wan kirin ku zextê li ser kurên xwe bikin ku ji rêzên Hêzên Pêşmerge derkevin û tevlî refên (HSD) bibin.

Wê got jî ku îstixbarata (HSD) ku di bin çavdêriya kadroyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de ye, gef li malbatan xwar ku eger kurên wan di nav refên Pêşmergeyên Roj de bimînin û tevlî nav  (HSD) nebin, dê ji herêmê derbikevin.

Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, ENKS, berî niha bi tundî gefên hêzên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), baskê PKKê li Rojava Kurdistanê, li ser malbatên Pêşmergeyên Roj û neçarkirina malbatên wan şermezar kiribû û ev yek bi reftareke mîna reftara rejîmên dîktator li Sûriyêhesab kir.

Encûmenê got ku “Grûpên asayîşê yên ser bi PYDê ve gelek caran xelkê Pêşmergeyên Roj li seranserê navçeyên Rojava Kurdistanê gazî kirin û gefa kuştin li wan kirin û ji wan xwestin ku zextê li zarokên xwe bikin ku ji rêzên Pêşmerge derkevin.

Asayîşa PYDê her wiha di van demên dawî de hin malbatên pêşmergeyan neçar kirin ku li dijî zarokên xwe daxuyaniyên vîdyoyî bidin, ev daxuyanî di bin gefa kadroyên leşkerî de hatine wergirtin, bi armanca weşandina van hevdîtinan di medyaya PKKê de. ENKSê li ve derbarê de gotiye ku ev yek reftarên dîktatoriyê û rejîmên zalim li dijî gelê me tîne bîra me.

Pustên heman beş