Parêzgarê Dihokê: Yên ku bûne sedema girtina deriyê Sêmalka diyarin

ali-tatar-teter-pkk-duhok-kurd-kurdistan-semalka-ciwanen-shorashgar-rojava-peshabor

Parêzgarê Duhokê Elî Teter derbarê girtina deriyê sînorî yê di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek da û diyar kir, PKK bûye sedema girtina deriyê Pêşabûrê.

Parêzgarê Duhokê Elî Teter îro di konferanseke rojnamevanî de eşkere kir: “Li hemû cihanê nabe komek kes li pêş çavên hêzên ewlehiyê êrîş li ser aliyê din ê deriyê sînorî bikin. Mixabin, hêzeke PKKê, bi al û diruşmên PKKê bi dar û keviran êrîşî ser xala deriyê sînorî kir”.

Parêzgarê Duhokê destnîşan kir: “Rast e em Kurd in û birayên hev du ne, lê ji aliyê pêwendî û yasaya navdewletî ve wiha tê dîtin ku beşek ji xelkê Sûriyê êrîşî ser deriyê sînorî yê Herêma Kurdistana Iraqê kiriye, polîsên me birîndar kirin û otomobîlên me şikandin”.

Elî Teter herwiha pirsî: “Li gor yasa û pêwendiyên navdewletî, li kîjan cihê cîhanê wiha rû dide ku hin kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bêne komkirin, çadir ji wan re werin vegirtin û êrîşan bibin ser aliyê din ê sînor bikin?”.

Parêzgarê Duhokê destnîşan kir: “Sînor hat girtin, kî bûye sedema girtina derî jî diyar e. Lê eger hin pirsgirêkên diyarkirî hebin, wê bêne çareserkirin. Lê divê PKK di siyaseta xwe ve biçe”.

Parêzgarê Duhokê di berdwamiyê de da zanîn: “PKK di Roja Ala Kurdistanê de jî êrîşî ser xelkê kir û rê neda xelk ala Kurdistanê bilind bikin û serê xelkê şikandin. Ev al, ne ya PDK û Herêma Kurdistanê ye, lê belê yê hemû Kurd û Kurdistanê ye. Ev al di dema hatiye çêkirin de, hemû rêxistinên Kurdan li ser erê kirine. Ev al di hemû bone û şoreşan de û li Komara Kurdistanê li Mehabadê hatiye bilindkirin. PKK bi vê siyasetê naçe serî”.

Roja 15ê vê mehê komekê ji aliyê Rojavayê Kurdistanê ve êrîşî ser xala sînorî ya di navbera Rojava û Herêma Kurdistanê de kir. Berpirsê xala sînorî yê Pêşabûrê Şewket Berbuharî jî daxuyaniyekê de ragihandibû, ji sedî zêdetir kes, li ber çavê xelkê û asayişa Sêmalka êrîş kirin ser xala Pêşabûrê. Di encama de, hejmarek ji pasewanan bi giranî birîndar bûn û camên otomobîla agirkujê şikandin.

Pustên heman beş