Hevserokên HDP ê seredana Davutoglu kirin

Hevserokên HDP ê seredana Davutoglu kirin

Hevserokên HDP ê Mithat Sancar û Pervin Buldan îro seredana serokê partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu kirin. Piştî hevdîtinekî bi 2 sietan, Pervin Buldan di civîna çapemeniyê de ragihand ku hevdîtinekî bi qedir kirine.

Buldan got ku wan li ser rewşa heyî ya Tirkiyê, bendewariyên hemwelatiyan ji wan, daxwaza HDP ê ya hilbijartina pêşwext, bi Davutoğlu re axifîne û weha got:

“Bi kirîza darayî re piraniya civaka Tirkiyê bendewariyên wan hene û em li ser wan axifîn. Em li ser tevgera bihevrebûna partiyên muxalefet heya pêvajoya hilbijartinê bê çawa bi şêwirdarî bimeşînin, me fikrên xwe got. Me got ku pêdiviya herî zêde ya Tirkiyê bi hilbijartinê heye. Di seredanên me yên sibê de, em ê ji serokên giştî yên partiyan re bêjin. Ji bo Tirkiyê ji rewşa niha rizgar bibe em dibêjin yekser hilbijartin bibe. Îro li Tirkiyê, div ê pêvajoyê de edalet, hûqûq û demokrasî tine. Xelkên Tirkiyê mexdûrê pêvajoyê ne.”

Pustên heman beş