Wezîrê dad yê Tirkiyê: Tiştek bi navê Pêvajoya Aştiyê nîne!

Pêvajoya aştiyê nîne-Info

Wezîrê dadê yê Tirkiyê Yilmaz Tunç ragihand ku tiştek bi navê Pêvajoya Aştiyê nîne û got: Nîqaşeke wiha jî nîne.

Wezîrê dadê yê Tirkiyê Yilmaz Tunç îro pirsên rojnamegeran yên li ser rojevê bersivandin û li ser sîstema darazê sekinî û diyar kir ku ew dê hinek guherînan bikin.

Yilmaz Tunç, li ser gotina “nîqaşên pêvajoya aştiyê jî li rojevêne” got: “Nîqaşeke wiha nîne, ev mijar niha tenê gotegotin”.

Serokê MHPê Devlet Bahçelî 1ê Çirya pêşîn çû cem parlamenterên Dem Partiyê û silav da wan. Piştî vê yekê pirsa “gelo pêvajoyeke nû aştiyê dest pê dike?” Yek ji rojevên serekeye.

Bahçelî rahişt destê hevserokê Dem Partiyê Tuncer Bakirhan, serokwekîlê girûpa Dem Partiyê Sezayî Temelî, parlamentera Wanê Pervîn Buldan û parlamenterê Agiryê Sir Sakik.

Ev helwesta Bahçelî niha rojeva germe û pirsa “gelo pêvajoyeke nû dest pê dike?” Tê kirin?

Pustên heman beş