Balafirên Rûsyayê Îdlib bombebaran kir: Bi dehan kuştî û birîndar hene

Rûsyayê Îdlib bombebaran

Balafirên şer ên Rûsyayê bakurrojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir, 10 kes hatin kuştin û 32 kes jî birîndar bûn.

Sûriyeyê ji bo herêmên di destê komên çekdar derxe berê xwe da Îdlibê û balafirên şerê ên Rûsyayê jî di van demên dawî de Îdlibê bi dijwarî bombebaran dikin.

Doh berê êvarê 3 balafirên şer ên Rûsyayê yên ku ji balafirgeha Himeymînê ya Laziqiyeyê rabûn, li gundewarên kargehên kereste, dartaşî û guvaştekeke zeytûnan bombebaran kirin.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di encama bombebaranê 10 kesan canê xwe ji dest da û 30 kes jî birîndar bûn ku 14 ji wwan zarok in.

Her wiha Rûsyayê di 4 çar rojên dawî de 27 caran Îdlib bombebaran kiriye.

Rûsya, Tirkiye û Îranê 2017an di civîna Astanayê de biryar dabû ku li herêma ku ne di bin kontrola rêveberiya Sûriyeyê de 4 “herêmên kêmkirina aloziyê” bên avakirin.

Sûriye, çekdarên ku Îran piştgiriya wan dike û Rûsyayê êrişên xwe berdewam kirin, ji 4 herêman 3 ji wan bi dest xistin û ber bi Îdlibê ve dimeşin.

Pustên heman beş