102 penaber ji nav Deryaya Egeyê hatin rizgarkirin

ege-sea-turkey-izmir

Li navçeya Çeşmeyê ya ser bi parêzgeha Îzmîrê ve û navçeya Kuşadasî ya ser bi parêzgeha Aydinê yên Tirkiyê ve, 102 penaber ji nav deryayê hatin derxistin û hatin rizgarkirin.

Li navçeya Çeşmeyê 66 penaberên di nav Deryaya Egeyê de asê mabûn ji aliyê tîmên Fermandariya Ewlekariya Peravan ve hatin derxistin. Penaberên ji deryayê hatin derxistin bo Rêveberiya Îdareya Koçê ya Îzmîrê hatin radestkirin.

Herwiha li navçeya Kuşadasî 4 di nav avê de 32 jî di nav belemê de bi giştî 36 penaberên di nav deryayê de asê mabûn hatin derxistin. Her 36 penaber bo Rêveberiya Îdareya Koçê ya Aydinê hatin radestkirin.

Deryaya Egeyê ya di navbera Tirkiyê û Yûnanîstanê de ji bo penaberên dixwazin biçin Ewropayê rêya serekî ye.Her sal bi sedan penaberên dixwazin biçin Ewropayê di encama niqumbûna beleman de canê xwe ji dest didin.

Pustên heman beş