Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) radigihîne “Grûpeke çekdar a ser bi PYDê êrîşî ser nivîsgeheke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) li bajarokê Dirbêsiyê kir.
Sekreteriya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand, “Di berdewamiya binpêkiriyên grûpên çekdar ên ser bi PYDê ve li dijî ENKS, kadro û endamên wê de, grûpeke ser bi wê (PYD) ve şeva 31/12/2021 êrîşî ser nivîsgeha Partiya Demokrat a Kurdistanê li bajarokê Dirbêsiyê kir.”
Sekreteriya Giştî ya ENKSê diyar kir jî, wê grûpê bi guleyan êrîşî ser nivîsgeha PDK-Sê kir û derî û pencereyên wê şikandin.
ENKS di daxuyaniya xwe de got: “Endam û alîgirên ENKSê û malbatên Pêşmergeyên Roj bi berdewamî rastî kiryarên revandin, lêpirsîn û gefan ji aliyê van grûpan ve tên.”
ENKSê amaje bi kiryarên Tevgera Ciwanên Şoreşger kir jî û got: “Rêxistina Ciwanên Şoreşger a ser bi PKKê ve berdewam e bi kiryarên tirsandin, revandin û leşkerkirina zarokan. Herwiha ew grûp jî bû sedema girtina deriyê Sêmalka li pêş pirsên mirovî û aborî yên welatiyan.”
ENKS van kiryaran bi tundî şermezar dike û dibêje ku ew kiryar tenê dikevin xizmeta dijminên gelê Kurd û ziyanê digihîne doza Kurdî.
ENKSê destnîşan kir jî: Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di ber van kiryaran de berpirs e, ji ber ku ew rê li pêş van kiryaran nagire.
Herwiha ENKS bang li aliyê Amerîkî û rêxistinên mirovî û yasayî dike, bi erkên xwe rabin û van binpêkirinan rawestînin.