Hat ragihandin ku kesê bi navê Muhammed Eren Sutçu yê roja 28ê Kanûna 2021ê bi çek û kêrê êrîşî avahiya HDPê ya navçeya Bahçelîevler a Stenbolê kiribû, ji aliyê dadgeha Stenbolê ve hatiye berdan.
Muhammed Eren Sutçu, bi çek û kêrê ketibû hûndirê avahiya navçeya Bahçelîevler a HDPê û dema xwestibû êrîşî xebatkaran bike çekên wî hatibûn desteserkirin û piştre ji aliyê polîsan ve hatibû girtin.
Sutçu îro Duşemê li Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê derket pêşberî dozgeriyê û dozgeriyê ji ber tawana “Gef xwarin û birîndar kirinê” daxwaza girtina wî kir.
Lê belê Dadgeha Sêyemîn a Ceza ya Sûlhê ya Stenbolê bêyî ti sizayek bê dayîn biryara berdana Sutçu da.
Di encama êrîşa 28ê Kanûnê de Ramazan Dişari û endamê partiyê Azîz Şîmşek bi kêrê hatibûn birîndarkirin û çeka êrîşkar jî jê hatibû standin.