Baregeheke din a hêzên Amerîka li Iraqê rastî êrîşekê hat

usa-iraq-عین الاسد

Medyaya Iraqê ragihand, baregeha leşkerî “Eyn Esed” ya li Enbarê ku hêzên Amerîka lê ne, rastî êrîşê hat.

Medyaya Iraqê ji çend jêderan ragihandin ku bi 2 droneyan êrîş li baregeha Eyn Esed hatiye kirin, lê heta niha desthilatdarên Iraqê ti zanyarî derbarê wê êrîşê de nedane.

Hat gotin jî, sîstema berevaniya asmanî rûbirûyî wan her du droneyan bûne û li asman teqandine.

Duhî jî bi riya 2 droneyan êrîş li ser binkeya serbazî “Victoria” ya Amerîkî di nava Firokxaneya Navdewletî ya Bexdayê de hatibû kirin. Li ser droneyan jî “tolhildana Suleymanî” û “tolhildana serkide” hetibû nivîsîn.

Pustên heman beş