Ocalan li Efrînê diyar bû

عفرین-efrin-raco-revandin

Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 8 kes ji 2 gundên Efrînê revandin, navê yek ji wan Ocalan e.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa Polîsa Leşkerî roja 2/1/2022an bi ser gundê Hecîka yê navçeya Raco de girt û 2 welatiyên bi navê Ehmed Reşîd û Hesen bi armanca standina fidyê Birîm revandin.

Ragihand jî, çekdarên grûpa Feyleq El-Şamê roja 30/12/2021ê bi ser gundê Fafirtînê yê navçeya Şêrewa de girt û dest bi pişknîna malan kirin û 6 kes revandin, 4 jê kurrên Xelîl Mihemed Şûtî ne û navên wan Ocelan, Husên, Ednan û Mihemed in.

Grûpên çekdaran bi armanca standina pere, fidye û bacan ji Kurdên Efrînê, wan hemûyan bi pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re tometbar dikin.

Pustên heman beş