Çekdarên PKKê wilatîyekî başûr serbest berda

Çekdarên PKKê wilatîyekî başûr serbest berda

Êvara îro roja sêşemî 4/1/2022ê Serkirdeyekî Hevpeymana Demokrasiyê ku salek û du mehin ji aliyê PKKê ve hatibû revandin hatiye azadkirin.

Endamê berê yê melbenda Raniye yê Komeleya Îslamî û Endamê Encûmena Hevpeyman û Demokrasiyê Mihemed Girtkî piştî desteserkirina wî bo dema salek û 2 mehan ji aliyê çekdarên PKKê ve êvara îro hat azadkirin.

Mihemed Girtekî li demjimêr 9:00 sibêya roja pêncşemî 15/10/2020an ji mala xwe li Raniyê derketbû û li saet 12:00 heman rojê mobîla wî hatibû daxistin û winda bûbû, piştre pêgeha me xebera revandina vî wilatiyê başûr ji hêla PKKê ve eşkere kir.

Li roja 15/10/2021an Mihemed Girtkî, bi Otombêla xwe ji mal derketbû, dawî ciyê ku Mihemed lê hatîye dîtin, xala Zorkan ya hêzên ewlehiyê bû û piştre di navçeya Qendîlê re derbas bûbû û li wir ji aliyê çekdarên PKKê ve hatbû revandin.

Pustên heman beş