Serbazgeha Amerîkî ya li Iraqê rastî êrîşeka din hat

usa-iraq-victoria

Baregeha leşkerî “Victoria” ya hêzên Amerîkî li nêzîk Firokxaneyana Navdewletî ya Bexdayê careke din rastî êrîşê hat.

Jêderekî ewlehiyê ji Bexdayê ragihand, berbanga îro 5/1/2022an bi 4 mûşekên Katyush êrîş li ser baregeha Victoria ya Amerîkî li nêzîk Firokxaneya Bexdayê hate kirin.

Wî jêderî diyar kir jî, 3 mûşek bi riya sîstema berevaniya asmanî (c-ram) hatin xistin û mûşeka 4em jî li nêzîkî baregeha Amerîkî ket.

Medyaya nêzîkî grûpên çekdar ên Îraqî diyar kirin, ew mûşek ji taxa Cîhad a nêzîkî bi Firokexaneya Bexdayê ve hatine avêtin û avahiya posta leşkerî ya Artêşa Amerîkî li baregeha “Victoria” kirine armanc.

Ev êrîş di demekê de, duhî jî baregeha leşkerî “Eyn Esed” ya li Enbarê ya ku hêzên Amerîka lê ne, bi 2 droneyan rastî êrîşê hatibû.

Di du rojên borî de, ev êrîşa sêyemîn e ku li ser baregehên leşkerî yên Amerîkî li Iraqê tên kirin. Ev êrîş hevdem e bi salvegera duyemîn a kuştin Qasim Suleymanî û Ebûmehdî Muhendis.

Pustên heman beş