Pakistanê girêbesta li gel Tirkiyê hilweşand

pakistan-turkey

Pakistanê, girêbesta ku sala 2018an bo kirîna helîkopteran bi bihayê yek milyar û 500 milyon dolaran ligel Tirkiye îmze kiribû, hilweşand.

Pakistanê û Tirkiyê sala 2018an bo kirîna 30 helîkopterên T129 ATAK, bi milyarek û 500 milyon dolaran girêbestek îmze kiribûn. Ev girêbesta ku dê mezintirîn hinardeya berevaniya pîşesaziya Tirkiyê bûya.

Lê belê ji ber kirîna S-400an ji aliyê Tirkiyê ve Amerîkayê cezayên CAATSAyê li ser ferz kirin û Tirkiyê nikaribû motorên helîkopteran dabîn bike û di radestkirina helîkopteran de bo Pakistanê dereng ma, loma Pakistanê girêbesta li gel Tirkiyê hilweşand.

Artêşa Pakistanê ragihand, girêbesta kirîna helîkopterên T129 ATAK hat hilweşandin. niha ji bo kirîna helîkopterên bi çek, me li gel Çînê dest bi gotûbêjan kiriye.

Pustên heman beş