Bengînê çend rû

Bengînê çend rû

Simko Ebdulezîz

Bengîn Efrînî stranbêjekî rojavayê Kurdistanê ye, ev kes birastî jî mîna cambazên sîrkê ye , cambazên sîrkê rojane liser werîsekê dilîzin, lê karê wan leyzîne û cihên wan berdewam di guherînê de ye û neçarin wusa xwe berçav bikin, lê kurda mifa ji vê reftarê wergirtiye û gotineke hekîmane liser çêkiriye û dibêjin (her roj liser werîsekî dileyze) , ev gotin derbara wan kesa tê gotin yên ku liser şopekî yan hizrekî yan reftarekê nasekinin, ev kesane li sibê gotinekî û nîvro gotineke berevajî gotina sibê û êvaran gotineke din a berevajî gotina sibê û nîvro dibêjin, ji van cure mirovan re dibêjin, her roj liser werîsekê dilîze. Bengîn Efrînî jî mîna wan kesane.

Bengîn Efrînî, berî biçe Ewropa û bibe penaber, li rojavayê Kurdistanê berdewam stran bi Hafiz Esed û hizba Bes digotin û di ahengên Besiyan de xwe weke lêbokan lê dikir, daku bikare hinek pere bi dest bixe, ew bi pereyê Besiyan û bi alîkariya Besiyan karî xwe bigihîne Ewropayê, dema gihîştî Ewropa, daxwaza mafê penaberiyê kir û bi behaneya vê yekê ku ji hovîtiya Besiyan baz daye, mafê penaberiyê bi dest xist, li Ewropayê bibû garsonê xaringehan û di dîlanên kurdan de stran distirîn, carekî kanala Med tv ew mêvanî bernameyeke xwe kir û di vî bername de stranek bi apo got, navê stranê wî (tu serokî tu rêberî) bû, ev ew stran bû ya ku bi tenê navê Hafiz Esd guherî û navê Apo li şûna wî danay, piştî vê stranê weke stêrkek geş li Med tv de xweya bû û rojê çar caran li ser ekranên Med tv de derdiket.

Piştî sala 2005 û dema rewşa Başûrê Kurdistanê xweştir bûyî ew hate Başûrê Kurdistanê û beşdarî ahenga PDKê bû, dîsan strana (tu serokî tu rêberî) got, lê ev care navê Apo jî guherî û navê rêberê gelê kurd “Mesûd Barzanî” li ser dana û rasterast stran got, lê piştî aheng bi dawî bûyî, bi rêya hin kadroyên PDKê hat haydar kirin ku nabe ti careke din ev stran were gotin û navê rêberê gelê kurd “Mesûd Barzanî” tê de be, lê wî di bersivê de got, “Çima hûn bi vê stranê qels dibin, min bi rêya vê stranê di nava PKKê de pir cihê xwe kiriye, paşan bû deholqutê başûrê Kurdistanê û xelkê başûr û partên başûr pir pere bi wî dan, ew kete di rewşeke aborî ya pir baş de, bi awayekî ku dixwest li başûr jiyan bike û li “Kurdistan tv” de bernameyekî pêşkêş bike, lê rêveberiya Kurdistan tv nerazîbûna xwe diyar kir, ew bi neçarî vedigere Ewropayê.

Li Ewropayê, PKKê derketina wî di medyaya xwe de qedexe kir, jiberku ew çûbû başûr û pesna hikûmeta kurdî kirbû, ev kese weke pepûkekî lê hat û kete kolana.

Lê kurd dibêjin Rovî nakevin ti xefika, li dema Rojavayê Kurdistanê nîv azadiyek bi dest xistî, bi behaneya seredana kesukarên xwe li Efrînê, xwe digihîne rojava û li wir diçe baregehên PKKê û xwe rexne dike û daxwaza lêborînê dike, lê PKKe razî nabe û ji wî re dibêje ku pêdivîye li ber çavên xelkê xwe rexne bikî û daxwaza lêborînê bikî û bibêjî min şaşitî kiriye. Ew razî dibe û di çendîn ahengên Rojava de xwe rexne kir û bi dengekî blind got, min şaşitî kiriye û daxwaza lêborînê dikim.

Lê dîsan PKK mîna berê rol nedayê û careke din vedgere Ewropayê û wek pepûka berdewamiyê bi jiyana xwe dide, li sala 2020 careke din dizivre başûr, diçe kanala War tv li Duhokê û bernameyekî hunerî pêşkêş dike, paş ku di wî bername de çendîn karîn ne dirust di tev biyavan de encam dayî, li wir tê derkirin.

Niha piştî girtna deriyê sînorî yê Sêmalka, bi sedema êrîşa ciwanên Şoreşger yên ser bi PKKê ve, ku bûn sedema zirar gihandin bi hêzên ewlekariyê û daxistina vî deriyê sînorî. Ev mexlûq hatiye û di sosyal medyayê de êrişî ser hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, lê her kes dizane ne dilê “Bengînê çend rû” bi wilatiyên Rojava dişewite û ne pir hez li PKKê dike û ne jî ewqas li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, belku ew xwe li cem PKKê şirîn dike. Bi kurtasî Bengîn Efrînî, dişibhe wî kesî dema mala kesekî dişewite û hewar dike, bisekinin, niha agir nevemrînin heya ez kewê xwe li ser bibirjînim.

Pustên heman beş