Simko Ebdulezîzî
Di yek ji bajarên Kurdistanê de jineke bedew hebû, ev jin b nîgarkêşîyê ve mijûl dibû, ew wisa difikirî ku bi vî karî wê bikaribe xizmetekî pêşkêşî welatê xwe bike, ew bûbû evîndara kesekî bi navê Ebê, Ebê mirovekî xeyal perest bû û sêhirbaz bû, bi rêya zimanxweşiyê û vegêrana hizrên hizirmendan yên girêdayî giringiya rizgarbûna axê û azadiya kurdan, kevneşopiya civaka kurdî û sosyalîzma rasteqîn karîbû xwe bixe naxê wê jinê de. Bi vî awa jin bûbû evîndara Ebê û demekî vê evîndariyê dewam kir.
Dema Ebê piştrast bûyî jin ketiye eşqa wî de, wê demê Ebê dest bi qonaxa duyemîn ya plana xwe li ser wê jinê dike, Ebê çendîn biryarên xwe weke “nabe vê vexwarinê vexoy, nabe van Cil û Bergan li xwe bikî û hwd…” li ser wê jinê sepandin.
Bi derbasbûna demê û bi van biryar û kiryarên Ebê, jinê hest bi wê yekê kir ku hêdî hêdî ew kesatiya xwe winda dike, û kesatiya wê di nava kesatiya Ebê de tê helandin.
Şevek ji şevan dema reşebayek bihêz dihat, ew jin li hember eynê rawestabû û li rûxsara xwe dinêrî, eyne neya paqij bû, parçeyek qumaş hilgirt heya ku bikaribe qotîkê paqij bike, demildest qotîk di destê wê de dişkê û parçe parçe dibe, dema di wê qotîka şikestî de li rûxsara xwe nêrî, li şûna roxsara xwe bibîne wê jinê xwe bi zincîrên nediyar zincîrkirî dît û çendîn kevalên reş yên bêy jiyan ketin ber çavên wê.
Bi dîtina wan kevalan gihîşt wê baweriyê ku; vîyan ne xwediyê bûne, belku vîyan wateya wê ewe ku mirov azad be ne ku koleyê kesê beramberî xwe be.
Piştî ku ev jin gihiştî vê hizrê biryar da têkiliya xwe bi Ebê re qut bike, ev qut bûn bi wê wateyê ku êdî ji Ebê hez nake nayê, belku ev qutbûn tê wê wateyê ku berî her kesekî vîyan ji boy xwe hebe piştre bo kesek din. Piştre vê jinê biryar da kevalek nû çêbike, lê kevalek nû ji xwe re çêke û bê sînor be, mîna Simone de Beauvoir a Firensî dibêje, “Dema te vîyan kir nayê wê wateyê ku tu destan ji xwe berdî”.
Çima ez vê çîrokê bas dikim? Min ev çîrok loma bas kir ji ber ku di bîreweriya 8ê Adarê de, Evdilla Ocalan bangî jina bi giştî û jina kurd bi taybetî dike û hewl dide têza xwe bi gotinên fîlsofa Firensî ” Simone de Beauvoir” îspat bike.
Ez wisa difikirim ku Ocalan şaş ev fîlsof fêm kiriye, ji ber ku ev fîlsof nerîna xwe wisa berçav dike ku nabe mirov di encama vîyanê de heya dawiya jiyana xwe bibe koleyê hezkiriyê xwe, bi taybet dema hezkiriyê mirov bibe dîktator li ser hezkiriya xwe, ev fîlsof dibêje, dema hezkiriyê te hewl dide kesatiya te hilweşîne te bi xwe hildiweşîne û te di nava kesatiya xwe de sînordar dike, loma di wê demê de pêwîst dike ew têkilî were qut kirin.
Bi hezaran jin û keçên kurd hebûne ku dest ji hemû xweşî û pêwîstiyên jiyan xwe berdabûn û ketibûn bin bandora hizra Ocalan û ew mîna pêxemberekî mêze dikir, ev jin gihîştibûn wê baweriyê ku Ocalan wê Kurdistana mezin rizgar bike û dê dewleta kurdî damezrîne û mirovê kurd azad bike û jin dê bibe karekterek sereke di birêvebirina welat de, lê belê îro, Evdilla Ocalan dibêje, ne me dewlet û ne xweserî û nejî federasyonek kurdî divê û hizra netewî paşverû ye. Di vê demê de pêwîst dike jinên Kurd û bi taybet yên niha di nava PKK’ê de bibêjin partiya xwe û Ocalan, HEYANÎ VIRR Û ÊDÎ BESE.