Bûbê Eser
Piştî ku zîndana Diyarbekirê ya bi navê 5 nolî vebû. Hemî girtiyên zîndanên din de bûn, weke bi navê zîndana 1-2 û 3 yên leşkerî hebûn ku girtiyên siyasî di wan de diman. Lê piştî ku ew zîndan hate vekirin ku qaşo ew ji bona aramî û rehetiya girtiyan bû.
Piştî valakirina wan hersê zîndanan û hemî girtiyên siyasî li zîndana 5noliyê civandin, berî ku 12 Îlona 1980ê bibe. Rewşa girtiyan hinekî ji zîndanên berê baştir bû. Hevdîtin, di nava qawişande çûyin û hatin hebû.
Di qawişanda radyo hebû. Me girtiyan ji bona perwerdekirin û xwe bêtir zanekirinê, dixwendin û bi hevre li ser mijaran gengeşe dikirin. Ne zêde lê çend mehên me weha xweş derbas bû.
Bi dema hatina 12 îlonê, rewşa zîndanê jî roj bi roj hate guherandin. Di destêpê de dema xwarin ji me re dianîn, em mecbûr kirin ku em duaya xwarinê bixwînin. Li dij vê deng ji me kesan derneket û me got, duayeke û ne zêde girîng e, loma hema bêjin tevaya girtiyan ew dua xwendin.
Ew destpêk û sînyala êşenceyên xeter bû ku em lê hay nebûn. Piştî vê jî gotin hûnê her sibe, sonda me û sirûda neteweyî ya tirkan bixwînin. Her çiqas dengê nerazîbûn ji me derket jî, ew li ser me hate ferzkirin. Ji bilî hin îstîsneyan.
Piştre li cihê hewa girtinê(hewşa ku ji derve û bi dîwarên bilind dorpêçkirî bû) hêdî hêdî meşa nîzamî bi me dane kirin. Ev êdî weke qanûn li ser me girtiyan hate ferzkirin ku ew çi bêjin divê em bê qeyd û şert pêk bînin. Me ev firset roja ku gotin “hûnê duaya xwarinê bixwînin” dabû destê wan.
Êşkence û lêdanên gardiyanan hingê zêde bû bû, roja ku lêdan li me nehat kirinê me xwe bi xwe digot: ”Gelo îro çima nehatin lêdana xwe nekirin”. Karbidestê zîndanê gihiştibûn wê baweriyê ku heger ew serok û rêberên partiyên siyasî teslîm bigirin, daxwazên xwe bi devên wan bidin gotinê, wê girtî jî her tiştekî qebûl bikin. Loma bêtir êşkence li kesên weha hate kirin ku ew di haporlorên zîndanê de gazî girtiyan bikin da ku hemî şertên zîndanê qebûl bikin û pêk bînin.
Piştî demekê ew zîndan bû cihê lêdan û êşkenceyên mezin. Her kesên ku bi ya desthilata îdara zîndanê nekirina, dibirin hucreyan li wir hemî metodên êşenceyan li wan dihate kirin ku hemî bi emrê karbidestê zîndanê pêk dianîn. Çîrok dirêj e û dawiya wê li ku derket êdî hema hûn jî dizanin.
Piraniya kesên ji wê zîndanê hatin azadkirin, êdê fêrî bi karanîna zimanê tirkî bû bûn. Loma di malên xwe de, bi meriv û xizmên xwe re tirkî qise kirin û dikin. Ew tirkiya bi darê zorê bi me dabûn qebûlkirin êdî piraniya qehremanên wê zîndanê piştî ji wê jî azad bûn, ew ziman bi kar anîn.
Dema PKK jî dest bi şerê çekdarî kir, gotin em ê herçar perçên Kurdistanê xelas bikin. Kurdistaneke azad, serbixwe û sosyalîst damezrînin. Ev daxwaz û slogana wan jî bi xweşe kurdên bi salan di bin êşkenceyên dagirkeran de dinaliyan, hat.
Bi teqîna wan ya ewil bawerî ji wê ew bû ku wê kurdistanê ji nav lepên dagirkeran azad bike. Kurd dê li ser erda xwe bi azadî bijîn. Ziman û adetên kurdî dê ji nû de zîndî bibe. Slogana destpêka şerê PKK jî siloganeke weha bû ku kurd hemî li benda tiştekî weha bûn.
Lê hezar mixabin, her ku şer gûr dibû gerîlayê PKK jî li gor gotina serok û rêberên xwe dest bi zor û zilma li ser axa û malbatên mezin kirin ku ew bi ya PKK bikin da ku gundî jî vê yekê qebûl bikin. Ev jî xalek ji zîndana Diyarbekirê girtibûn. Li gor vê jî gelek axa, serokeşêrên welatparêz û malbatên kurd hatin kuştin an mecbûr man ku çekên dewletê hilgirin ev jî li gor dilê dewletê bû.
Axa, serokeşîr û malmezinên ku weke PKK nekirina dihatin kuştin û gund dihatin vala kirin.Vî şerî agirekî weha bi kurdistanê xist ku bê hey hawar. Di nava şer û pevçûnan de jî dengê rast û aşîtane dernakev e.
Ji ber ku çavên xelkê tenha li şer û guhên wan jî li teqîna guleyan bû. Ev jî bû sedem ku kes nema dikarîbûn bifikirin û rêya rast peyde bikin. Weke çawa ku em nikaribin di zîndanê de bifikirin û bi hevre sohbet bikin ku herroj pirtûka Ataturk û sirûdên neteweyên tirk bi me didan ezberkirin û xwendinê.
Loma di nava wê tevliheviyê de kes nema karîbûn û dizanîbûn ku ev şer ji bona çiye û di fêda kêde ye. Ji ber ku êdî civat li gor şer hatibû dizaynkirin. Lewra jî dema leşkerek dihat kuştin kêf û şahî dikete nava şervanên PKK û hin kurdan. Lê şervanek nikarîbû bifikiriya ku li hember leşkerekî bi dehan şervan têne kuştin û bi vê xemgîn nedibûn.
Her ku şer gûr bû, deng û reng Evdila jî weke serokekî kurdan bilind kirin. Yên ev kirin jî bêtir medya tirkan bû. Lê kurdên li benda çenek azadî bûn, hay û bala wan ji zerar û fêdeya şer tune bû. Tenha bawer dikirin ku ev şer wê azadiya wan bîne.
Bi saya vî şerê qirêj yê PKK gelek welatparêz bi tohmeta ku ew alîgirê dagirkerane hatin kuştin. Gelek gundî mecbûr kirin çekên dewletê bigirin da ku bikaribin xwe û gundê xwe biparêzin. PKK navê korîcîtiyê li wan kir û dest bi şerê wan jî kir.
Axayên welatparêz ku piştgiriya PKK nedikirn hemî hatin talankirin û gundê wan hatin wêrankirin. Hin axayan ji bona gundê wan vala nebe û gundî neyên kuştin, mecbûr man rahêjin çeka dewletê. Yanî bi vî şerê xwe yê qirêj, PKK sistema korîcitiyê(parêzgeriyê) avakirin ku ev jî ji bona dewletê nîmetek bû.
PKKê di şerê xwe ya ne di berjewendiya kurdan de bû, zêdetirî 400 gund hatin valakirin û gundî mecbûr man ku berê xwe bidin bajarên tirkan. Li wir jî çi dîtin û çi hate serê wan tê zanîn.
PKK bi saya şerê xwe yê gemarî çiqas zana û jîrên welatparêz hebûn kuştin. Şerê gundî û axayên welatparêz kirin. Qirkirin û wêraniyeke weha kirin ku Kurdistan li gor dilê dagirkeran vala kirin. Ji tirsa kuştina xwe û zarokên xwe êdî tu kesan nema diwêrîbûn, rexneyeke bi çûk jî li PKK bikirana.
Ev têra wan nekir li kuçe û kolanên ewropa jî dest bi karê terorê kirin. Bi vê tevgera xwe weha kirin ku dewletên dostê kurdan jî bûn, êdî xwe ji wan dûr dixistin. Li seran sera ewropa kurd kirin terorîst. Helbet vana hemî projeyên dewletê bûn ku li ser destê PKK dihatin kirin.
Taliya talî PKK dev ji serxwebûna herçar perçên kurdistanê berdan. Gotin Federasyon baş e. Piştî demeke din gotin ew jî nebaş e. Otonamî û dûre xwesteka wan bû ziman.
Yanî PKK gav bi gav endamên xwe û civata Kurd fêrî ku tiştekî nexsazin kirin û li gel vê jî Kemalîzm bi wan şêrin kir. Daxuyaniya Evdala ya 27 Sibata 2025an bi me da zanîn ku şerê PKK ya 40 salan ji bona xurtkirin û parastina dagirkeran bû. Îro her çiqasî ev zelal jî bû ye. Lê civata bi PKK mezin bûye û piraniya wan bûne mirîd vê weke serketineke destnîsan dikin.
Ji bona qebûlkirina vê têkçûnê, îro partiya PKK DEMê destbi propagandaya vê pêvajoya tunebûna kurdan kirî ye. Ji bona vê bi kurdan bidin qebûlkirin xwepêşandin û mitîngan li dar dixin.
Ev bûyer û kiryarên têne kirin li ser destê PKK ya ku perwerdahiya xwe ji zîndana Diyarberê girtibûn pêk tê. Mixabin hê jî kurdên me nehatine ser heşê xwe. Hê jî wê tirsa PKK xistibû dilê wan berdwam dike. Loma nikarin rastiyê bibînin û bêjin.
Partî û rêxistinên ji xwe re dibêjin em Kurdistanîne jî li hember vê pêvajoya tunebûna kurdan bêdeng in. Nikarin bi hevre eniyeke neteweyî damezrînin û li ser navê wê derkevin kuçe û kolanan, biqîrin û bikin gazî ku ev ne pêvajoya aşitiyê ye.
Mixabin niha li Bakur û li rojavayê Kurdistanê mafê kurdan ê rewa li ser destê PKK tune dibe. Ev peymanên têne kirin û îmzekirin bi temamî tunebûna kurdan e.
Kurdno hûn êdî diqedin hay ji xwe hebin. Êdî ne sed salek, tu sed sal jî nema dikare we ji tunebûna we azad bike. Di vê dema nû de li Bakur û li rojavayê Kurdistanê we tiştek kir baş e ya na êdî hûn diqedin…
Lê spas ji bona tevgera Barzaniyan ya sed salan ku Kurd li ser niga hiştine û wê bihêle. Heger ne ji Barzaniyan ba, ne ji tevger û berxwedanên wan ba, Kurd zûde qediya bûn. Lê bi hebûna başûrê Kurdistanê êdî wê tu hêz û qawet nikaribe Kurdan bi temamî ji holê rake. Ji ber ku ew xwedî rê û rêbazekê ne…
(Wê bidome)