Hevpeymaniya Erebî: Diziya keştiyan û bombrêjkirina wan plana Supaya Pasdarên Îranê ye

Hevpeymaniya Erebî: Diziya keştiyan û bombrêjkirina wan plana Supaya Pasdarên Îranê ye

Hevpeymaniya Erebî ya fermandariya wê Erebistana Siûdî dike, derbarê revandina keştiyan ji aliyê Hûsiyên Yemenê ve li Derya Sor daxuyanî da.

Berdevkê Hevpeymaniya Erebî Turkî El Malikî got, “Çekdarên Hûsiyan bi diziya deryayî di avên navnetewî de yasayên navnetewî binpêkirine.”

Malikî herwiha ragihand: “Dizîna keştiyan û bombrêjkirina wan li Deryaya Sor ji aliyê çekarên Hûsiyan û bi planên Supaya Pasdarên Îranê tê encamdan.”

Berdevkê Hevpeymaniya Erebî da zanîn ku çekdarên Hûsiyan li El-hedîdê 432 moşekên Balistîk û 100 belemên bombrêjkirî bo armancgirtina keştiyan li Deryaya Sor bikar anîne û ew moşek ji aliyê Îranê ve bo Hûsiyan têne şandin.

Malikî destnîşan kir: “Mensûr El-Seidî yê terorîst berpirsê diziya deryayî ya Hûsiyan li qiraxa El-Hedîdê ye û balyozê berê yê Îranê li Yemenê Hesen Îrlû jî di wê diziyê de çavdêriya Husiyan dike.”

Berdevkê Hevpeymaniya Erebî herwiha ragihand: “Keştiya Îranê ya bi navê Sawîz, ji bo veguhestina cebilxaneya Îranê bo El-Hedîdê tê bikaranîn.”

Pustên heman beş