Lehiyên li Hewlêrê û bêwîjdaniya medyaya PKK’ê

Hewlêr bajarê Holako bezîne

Simko Ebdulezîz

Rojane ez medyaya PKK’ê bi taybetî ANFê dişopînim, ne ji bo ku hîn bibim di Kurdistan û cîhanê de çi diqewime, belku ji boy ku bizanibim di rojekî de çi qas derew, dijon, û axaftinên ne layeq di derheq Kurdistanê û kes û aliyên wilatparêz de nivîsandine. Îro jî nûçeyek li ser navê (deste xuşka Parîsê careke din bin av bû) ku kesekî bi navê (j.T) ji ANF ê re nivîsandiye pêş çavên min ket.

Dema min ew nivîs xwandî, min wusa hest pê kir ku nivêser li ser serçemkê dawetêye û dawetek berevajî dike, her weke daweta xuşka wî be û tilîlîyên wî û şabaşên wî biçin ber asîman.

Lê piştî min nivîs bi dawî kirî, ji min re xweya bû ku ew ne daweta xuşka wî ye, belku yê dawetê dike jiberku lehî li Hewlêra paytexta Kurdistanê çêbûye û hinek wilatî zirarmend bûne. Ew jî şageşe bûye ku nûçeyekî li ser lehiya Hewlêrê binvîse û bi vê yekê çend quruşan bi dest bixe, rûpela ANF ê jî ev nivîs ku ti binemayên nûçeyeke akadimî têde tunene weke nûçeyeke bê hempa dîtiye û bêy du dilî parve kiriye.

Ez fêm dikim ku cudatiyên fikrî û siyasî di nêvbera partiyên Kurdistanê de hene, ez fêm dikim ku rûpela ANF ê û PKK’e bi tev hêza xwe li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar dikin û ti caran tiştekî baş derbara Hikûmeta Herêma Kurdistanê parve nakin, lê belê, ti caran min bawer nedikir ku kerb û kîna PKK’ê gihaye astekî wusa ku dema lehî jî li başûr çêdibin bi vî awa şageşe bibin û kêfa wan were û derewên ew qas mezin li dijî take Hikûmeta Kurdî de parve bikin.

Ya ez dizanim, Emerîka heya ser hestî dijatiya Îranê dike, Îran jî bi wî awa, lê dema li salên raborî de lehî li Emerîkayê çêbûy, yekser Îranê berheviya xwe ji boy alîkariya mirovî bi Emerîkayê re diyar kir, her weha dema erdhej li hin bajarên Îranê rûday, Emerîka jî berheviya xwe ji boy gihandina alîkariyên mirovî ji gelê Îranê re ragihand, heman kar di nêvbera Israîl û Tirkiyê de jî rûda û bi sed mînakên din ên bi vî awa hene.

Naxwazim hûn bêzar bibin, ezê kurtasiya nûçeya ANFê li vir binvîsim, ji kerema xwe hûn bi xwe bibin dadwer ka çiqas bêwîjdanî û gotinên nerast di vê nûçeyê de rêz kirine:

  1. Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ne ji dûr û ne ji nêz alîkariya wilatiyên mexdûr nekiriye.

  2. Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hewlêr bi xuşka Parîsê bi nav kiriye, lê tevî ku baran bi rêjeyeke zêdetir li Parîsê dibare, lehî çênabin, berevajî bi baranek herî kêm Hewlêr bin av dibe.

  3. Hikûmeta Herêmê ji xelkê re gotiye nabe bi ti awa hûn me rexne bikin, belku pêdivîye hûn xwedê rexne bikin, jiberku ev lehî xwedê bi serê we aniye, ne me.

Hûn bi xwe van xala şîrove bikin û hûn bi xwe biryarê bidin gelo PKK’e çiqas kerb û kînê di nava kurdan de belav dike, hûn bi çavê xwe mêze bikin ku PKK’e çiqas derheq wilatiyên Başûrê Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de agahî û nûçeyên nerast parve dike.

Bi tenê ji vê rûpelê û nivîserê vê nûçeyê re dibêjim, Hewlêr ne bi tenê xuşka Parîsê ye, belku Hewlêr bajarê Holako bezîne û paytexta tev Kurdistaniyan e.

Pustên heman beş