Medyaya Iraqê ragihand; vê sibê 15ê Çileya 2022yan bi sê firokeyên bêfirokevan êrîşî baregeha esmanî ya Beled a li bakurê bajarê Bexdayê hat kirin, ku hêzên esmanî yên artêşa Iraqê tê de ye.
Hat ragihandin; hîn zirar û ziyanên ji ber wê êrîa dronî nayê zanîn û ti aliyekî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe, li gor raportên medyayê, agir li beşeke baregehê ketiye.
Baregeha Esmanî ya Beled baregeha herî mezin a serbazî ya Iraqê ye û 64 kîlometre ji Bexdayê dûr e.
Di serdema şerê heşt salan ê navbera Iraq û Îranê de baregeha herî çalak a esmanî ya Iraqê bû. Piştî sala 2003yan hêzên Amerîkayê tê de bûn, lê piştre radestî artêşa Iraqê hat kirin.