Baregeha artêşa tirkiyê ya li Zêlkan careke din rastî êrîşa mûşekî hat

Baregeha artêşa tirkiyê ya li Zêlkan careke din rastî êrîşa mûşekî hat

Baregeha artêşa Tirkiyê ya li sînorê parêzgeha Neynewayê, îro rastî êrîşeke din a mûşekî hat, ev jî dibe cara çaremîn li dema 2 hefteyan de êrîş li ser wê baregehê tê kirin.

Îro roja şemî 15-1-2022an, baregeha artêşa Tirkiyê ya li navçeya Zêlkan a girêdayî parêzgeha Neynewayê, rastî êrîşeke mûşekî hat, du mûşekên ji curê katyuşa arastey wê baregehê hatin kirin.

Li gorî medyaya Îraqê, ti zirarên canî ji sedema vê êrîşê nehatin tomar kirin.

Hêjayî gotinê ye, ev dibe cara çaremîn ji 27 Kanûna Yekê ya sala rabûrî, baregeha artêşa Tirkiyê ya li Zêlkan tê mûşek baran kirin, êrîşa yekemîn li 27 Kanûna Yekem ya 2021ê bû û êrîşa dûyemîn jî li 31 Kanûna Yekê hatbû encam dan, êrîşa sêyemîn jî li 3-1-2022ê bû.

Pêgehên medyayê yên heşda şebî paş êrîşa 27 Kanûna Yekem, bi awayekî nerasterast berpirsyariya êrîşê hildan ser heşdê û jiboy artêşa tirk silogana “cihê we li vir tune” parvekiribûn.

Pustên heman beş